Her diçe bîlançoya erdheja Îzmîrê giran dibe: 92 kes mirin

Hejmara kesên li Îzmîrê ji ber erdheja ku 30’ê Cotmehê pêk hat, mirin 90 kesî derbas kir.

Wezareta Karê Hundir û Wezareta Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ji ber erdheja li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan gihişte 92’an.

Li gorî daxuyaniyê piştî erdheja 30’ê Cotmehê û şûnde 43 pileya wan ser 4’ê bi giştî 1286 erdhej pêk hatine.

AFAD’ê destnîşan kir ku 994 kes birîndar bûne ji van jî 839 kes ji nexweşxaneyê hatine derxistin û dermankirina 147 kesî jî didome.

Dîsa hate diyarkirin ku lêgerîna û rizgarkirina ji 17 avahiyan li 12 temam bûye, lêgerîna li 5 avahiyan jî didome.

Her wiha ji 11 kesên ku mutahîtên avahiyên di erdhejê de hilweşayîn 9 kes hatine destgîrkirin.