Her der bû Gezî!
Her der bû Gezî!
Her der bû Gezî!
Berxwedana Parqa Gezî ya zêdeyî du heftene li Stenbolê dewam dike, doh êvarê saet di 20.55'an de bi êrişa polêsan û dûrxistina çalakgeran ji Parqê re, gihaşt qonaxeke nû. Li gelek nuqteyên Stenbolê, protesto heta serê sibê dewam kirin.
Piştî ku polêsan êrişî Parqa Gezî kirin, bi sedan çalakgeran xwe li Otêla Dîwan girtin. Ji ber ku polêsan bombeya gazê avêtin nava otêlê, xwepêşandêr xwe li salonên konferansê yên qatên jêrîn ên otêlê girtin. Bi dehan kesên di nav de jin, zarok, astengdar jî hebûn, li salonên konferansê yên bê hewa, li erdê dirêj bûn. Di vê demê de, hin xwepêşandêr ji hişê xwe çûn.
Li dû êrişa li dijî Parqa Gezî bi hezaran kes li Kartal û Kadikoy hatin cem hev û li Sarigazî û Çekmekoyê jî çalakger ber bi Taksîmê ve meşiyan. Dîsa 10 hezar kesên li taxa Gazî li hev kom bûn, dest bi meşê kirin. Di vê demê de, Şaredariya Stenbolê jî, ji bo pêşî li xwegihandina çalakgeran li Taksîm û derdora wê bigire, çûn û hatina seferên otobusan rawestand.
Xwepêşandêrên xwestin ji Kadikoyê biçin Taksîmê li Ûzûnçayirê li êrişa polêsan rast hatin. Polêsan li Mecîdiyekoyê jî bi bombeya gazê û ava şid dest li xwepêşandêran werdan. Ev jî têrê nekir, jendermeyan jî dest li xwepêşandêran werdan.
Pevçûnên li Taksîm û derdora wê jî, li Siraselvîler û taxa Îstîklalê giran bû. Li Harbiye jî, xwepêşandêran li nêzî Hotêla Ramada bend danîn û demeke dirêj li dijî polêsan li ber xwe dan. Bi saet 6'ê sibehê re polês ji herêmê vekişiyan, lê belê li dora Qada Taksîmê tedbîrên tund wergirtin.
Di bûyeran de, li gorî daneyên Piştgiriya Taksîmê bi sedan kes birîndar bûn. Hat ragihandin, ku ji ber êrişa li Otêla Dîwanê, zarokê jineke ducanî ji ber çûye.
YEKŞEMA KRÎTÎK
Li Stenbolê, Piştigiriya Taksîmê li dijî mîtînga Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, bang li hemû Stenboliyan kir ku derkevin Qada Taksîmê. Tê payîn, bi destpêkirina rojê re pevçûn giran jî destpê bikin.
Tê gotin, ji niha ve li aliyê Anatoliyê bi hezaran kesan bendên polês û jendermeyan derbas kirine û ber bi aliyê Ewrûpa û Taksîmê ve bimeşin.