Her dengê ku nehatî avêtin wê ji AKP’ê re biçe

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê nivîsî.

2018’an li Tirkiyê destpêkê jin, li eniya demokrasi û azadiyê bîrewerî û rêxistinî ji her demê geştir bûye. Sedema vê ew e ku tifaqa AKP-MHP’ê, faşîzma Erdogan Tirkiye bi temamî kiriye welatê taristanê. Di vê serdema tifaqa faşîst de ji bo ku ti dengekî muxalîf dernekeve bi hezaran mirovan hatin girtin, her wiha bi hezaran mirov tenê ji ber ramanên siyasî ji karê xwe bûne û neçar mane ku koçî derveyî welat bikin. Ekonomî politikaya sazkar hejar hejartir, dewlemend jî dewlemendtir kirine.

Bi polîtîkayên înkar û qirkirinê ya li ser Kurdan hemû azadî, mafê mirovan, azadiya ramanê û eniya demokratîk ên li Tirkiyê kirine hedef. Li dijî gelên Tirkiyeyê terora dewletê ya giran hatiye ferzkirin, polîtîkayên tundî û mêtingeriyê hatin kirin. Civak tim di nav krîza sosyal, aborî, siyasî de hatiye hiştin û wiha AKP hewl daye ku desthilata xwe qeyîm bike.

Polîtîkayên milliyetiyê, zayendî û mezhebî yên AKP’ê li nav civakên Tirkiyê, li nav jin, ciwan û hemû civakê helwesteke pir tund çêkiriye. Rejîma AKP’ê ku rejîma şerê taybet e û bi tundî, zor, zext û girtinan dixwaze li ser piyan bimîne, bi van polîtîkayên faşîst kiriye ku êdî civak jê ne bawer be, alîgirên wê jî êdî jê dûr dikevin.

Desthilata AKP’ê di serdema xwe de jinên ku xwestine azad bibin û bi rengekî wekhev, bi çalakî tevlî nav jiyana civakî bibin kiriye hedefa xwe. Li dijî nasname, gotin, rengê jine û li dijî tevlêbûna jinê ya li nav civakê helwest û hêrsa herî mezin, astengiyên herî mezin rejîma Erdogan nîşan daye. Tundiya li ser jinê hatiye asta herî zêde ya van salên dawî. Dest li jiyana rojane ya jinan werdide, serê xwe ji çêkirina zarokan diêşîne, pratîkên hişmendiya zilam-erwer ku dixwaze jinê bike obje bi rengekî herî berfireh hatine kirin. Bi qutebirî; herî pir di dema serdema desthilata AKP-MHP’ê de dijminatiya li jinê mîna polîtîkayeke şerê taybet, bi taybetî jî li ser jinên ciwan hatiye rêvebirin, bûye serdemek ku tundiya li ser jine meşru bûye, bi hezaran jin hatine girtin, hejar bûne û koçber bûne.

Ji bo vê jî bersiva herî karîger di 24’ê Hezîranê de wê jin û ciwanên azadîxwaz, demokrasîxwaz bidin rejîma faşîst a Erdogan. Her jina ku bi îdîaya jiyana azad e divê li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bixebite. Tevgerên jinan, saziyên civakî yên jinan, femînîst, akademisyen û nivîskar, hunermend, Elewî li dijî desthilata faşîst a AKP’ê divê biçin ser sendoqê û dengê xwe bidin HDP’ê.

Îro li Tirikyê partiya muxalefeta heqîqî HDP ye. HDP partiya azadiyan, demokrasiyê jiyana hevpar a gelan, a azadiya jinan û wekheviyê ye. Ji bo vê jî, ji bo ku HDP bendê derbas bike hemû gelê me divê bi berpirsî dengê xwe bide. Li Ewropayê pêvajoya dengdanê dest pê kiriye. Gelê me yê li Ewropa, jin vê hilbijartinê teqez divê dengê xwe bidin. Hemû gelê Kurdistanê, dostên me, hem li derveyî welat, hem li Tirkiyê û Bakur divê dengê xwe bidin HDP’ê û li dengê xwe xwedî derkevin. Cihê sendoqan diguherin. Alîgirên HDP’ê digirin. Bi lîstikên mezin, bi planan dixwazin dengê HDP’ê bişewitînin.

Ji bo vê jî divê jin pêşengiya dengdanê û xwedîderketina li dengan bikin. Jin ji bo ku her kes deng bide û deng zêde bibin divê bi aktîfî bixebitin. Divê neyê jibîrkirin, her denga ku nehatî avêtin ji AKP’ê re diçe. Her dengê ku ji AKP’ê re diçe zêdebûna tundiya li ser jinê ye. Her dengê ku ji AKP’ê re diçe tê meneya kolebûna jinê. HDP bi dengê xwe wê ji desthilata faşîst a AKP’ê re, ji rejîma dîktator re bibêje, raweste.

Ji bo vê jî em bang li hemû jinan, ciwan, komên baweriyê, hêzên azadî û demokrasiyê dikin ku 24’ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP’ê, ji bo ku HDP bendê derbas bike vê demê zêdetir û bi îdîayeke mezin bixebitin. Jin, gelê me wê bersiva hewce di sendoqê de bidin desthilata faşîst a AKP-MHP’ê. Wê eniya azadî û demokrasiyê, xwîşk û biratiya gelan û eniya azadiyê ya jinan bi ser bikeve.