Helo Samî ji aliyê PDK’ê ve hate destgîrkirin

Çalakvanên siyasî Helo Samî ji bo azadkirina dayika xwe ku 6’yê Tebaxê ji aliyê PDK’ê ve hatibû destgîrkirin bê azadkirin, çalakiyek kir. Hêzên PKD’ê ew jî destgîr kir.

Her diçe zext û êrîşên PDK’ê yên li ser aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibin. Di saetên êvarî de li ber parka Kelha Hewlêr a Başûrê Kurdistanê çalakvanên siyasî Helo Samî bi şiîrekê helwesta xwe ya li ser nêzîkatiyên PDK’ê û azadkirina dayika xwe dema dianî ziman, ji aliyê polîsên PDK’ê ve hate destgîrkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 6’ê Tebaxê di serdegirtineke ya PDK’ê de dayika Helo Samî Semîre ya 65 salî ku endamê RJAK'ê ye hatibû destgîrkirin û hê jî nehatiye berdan.