Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Li Dijî Komployê Berxwedan, Bi Milyonan li Qadan e” derket.

Hejmara 506’an a rojnameya Serxwebûn derket. Di vê hejmara rojnameyê de pêngava ku di sala 26’an a Komploya 15’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate destpêkirin, çalakî û merasîmên ku di tevahiya meha Sibatê de hatin lidarxistin, mîtînga fînalê ya li Kolnê û meşên azadiyê cih girtin.

Her wiha di rojnameyê de nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi sernava “Divê rûyê hundir ê komploya sedsalê çawa bê fêmkirin” û “Li cihê ku tê gotin tiştek nikare lê bê kirin, ez şerê hebûn û azadiyê dimeşînim” hate weşandin.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernava “Komploya Navneteweyî êrîşa herî hovane ya li dijî mirovahî û jiyana demokratîk e” hate weşandin.

Endamê komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok jî bal dikişîne ser komploya navneteweyî û sîstema tecrîdê ya mûtlaq.

Di hejmara meha Sibatê ya rojnameya Serxwebûn de, nivîsa yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan a bi sernava “Rejîma Heqîqetê yekparekirina polîtîka û hêza fikrî ye” jî cih digire.

Her wiha di rojnameyê de analîz û nivîsên Cemal Şerîk, Mahîr Dogan, Kemal Karer û Serhat Masîs jî hatin weşandin.

Hûn dikarin li ser ‘serxwebûn.org’ xwe bigihînin nivîsên rojnameya Serxwebûnê.