Piştî ku sînor di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ji aliyê pêşmergeyan ve bi têlên rêsayî hate asê kirin, Dewriyêyên pêşmergeyan li ser sînor pir zêde bûne.
Tevî sozên hikûmeta başûrê Kurdistanê bi Desteya Bilind a Kurd re dabûn ku gotibûn "Emê deriyê sînor ji bo veguhestina alîkariyan ji bo rojavayê Kurdistanê vekin", sînor ji aliyê wan ve bi têlên rêsayî hate asê kirin.
Nûçegiyanê ANF'ê yê li Dêrika Hemko diyar kir ku niha jî hejmara dewriyeyên pêşmergeyan bi çekên giran li ser sînor zêde dibin. Wêneyên dewriyeyan ve ji aliyê nûçegihanê ANF'ê ve hate kişandin.
Xelkên rojavayê Kurdistanê hêvîdikirin ku karibin ji alî başûr ve ji xwe re hewcedariyên xwe ji derman, şîrê zarokan, ard, hevîrtirş û madeyên sotemeniyê bikirin, nema dikarin nêzî sînor bibin.
Berê jî ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çekdarên artêşa azad de hemû rêyên ku tên Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin. Girtina sînor bi têlên rêsayî û dewriyeyên pêşmergeyan bûne cihê nerazîbûna xelkên rojavayê Kurdistanê.