Hejmara nû ya Kurdistan Report hate weşandin

Kovara Kurdistan Report ku bûyerên têkildarî Kurdistanê û Tevgera Azadiyê bi zimanê Elmanî diweşîne, hejmara xwe ya nû çap kir.

Komara Kurdistan Report ku hejmara xwe ya destpêkê sala 1982'an hate weşandin, organa weşanê ya herî kevn e ku têkildarî Kurdistanê li Ewropayê bi zimanê biyanî tê weşandin. Kovar bûyerên têkildarî Kurdistanê bi rêk û pêk digihîne xwendevanên Elman.

Kovara ku du mehan carekê tê weşandin, hejmarên xwe yên Çile û Sibatê gihand ber destê xwendevanan. Kovarê di wêneyê bergê xwe de cih da kampanya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ya bi navê "100 sedemên ji bo darizandina dîktator". Aktîvîsta jin Songul Karabûlût têkildarî kampanyayê agahî da kovarê û sala 2020'î nirxand.

Kovarê her wiha bi rengekî berfireh cih da hevpeyvîna bi endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan.

Her wiha nameya malbatên şoreşgerên Elman ên li Kurdistanê şehîd bûn, ku ji bo Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel nivîsî bûn di hejmara dawî ya kovarê de hate weşandin.

Kovar ji vê malperê dikare bê peydakirin.

http://www.kurdistan-report.de/index.php/abo