Hejmara meha Gulanê ya Serxwebûnê derket

Hejmara 461’emîn a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘Em li ser xeta Rêbertî û şehîdan têkoşînê geş bikin’ derket.

Rojnameya mehane ya îdeolojîk, teorîk û polîtîk a Serxwebûnê ku 39 sal in derdikeve, hejmara wê ya meha Gulanê derket. Di vê hejmarê de li ser şehîdên Gulanê yên têkoşîna şoreşê ya Kurdistan û Tirkiyeyê, rojeva siyasî ya ji ber şewba global, qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn û bandora têkoşîna PKK’ê tê sekinandin.

Komîteya Navendî ya PKK’ê li ser şehîdên meha Gulanê sekiniye. Di vê nivîsê de şehîdên meha Gulanê û geşedanên siyasî bi hev re tên nirxandin. Şewba koronavîrusê wekî êrîşeke pergala kapîtalîst û aliyekî nû yê şerê cîhanê yê sêyemîn tê nirxandin. Ji bo pûçkirina vê êrîşê qala girîngiya helwesta îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakgeriyê tê kirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi navê ‘Rastiya şehîdan a ku felsefeya jiyan û têkoşînê ye’ qala nirxên ku şehîd temsîl dikin û wateya dîrokî ya xwedîlêderketina van nirxan dike. Di nivîsê de balê dikişîne ser vî tiştî ku di demên dawîn de êrîşên li dijî goristan û cenazeyên gerîlayan parçeyekî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd e û divê li hemberî vî tiştî helwesteke xurt were nîşandan.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk jî diyar dike di serê salên 70’î de ew di bin bandora tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û pêşengên wê maye û PKK xwe wekî nûnerê van nirxan dibîne. Şerîk di nivîsa xwe de ya bi navê ‘Ji bo ku em layiqî bîranîna şehîdên meha Gulanê bin, divê em têkoşîna Şoreşa Yekgirtî geş bikin” û balê dibe ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê.

Koordînasyona PAJK’ê jî di nivîsa ‘Êrîşa nû ya kapîtalîzma global û peywirên serdema nû ya têkoşîna şoreşger’ de qal dike ku kapîtalîzm çawa li dijî civakê ye.

Meha borî beşa yekemîn a nivîsa ‘Statukoya Rojhilata Navîn a li gorî berjewendiyên hegemonyaya kapîtalîst çawa ava bû’ hatibû weşandin, vê mehê jî beşa duyemîn û dawîn a vê nivîsê hate weşandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî nivîsek nivîsandiye û tê de qal dike ku şerê cîhanê yê sêyemîn derbasî qonaxeke nû bûye.

Rojname her meh cih dide nirxandineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê mehê jî cih daye nivîsa bi navê ‘PKK di sosyalîzmê de qonaxeke mezin e’ ya di 1’ê Gulana 1996’an de hatiye nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişîne ser di qada navneteweyî de hêza pêşengiya sosyalîst a PKK’ê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî bi navê ‘Feraseta Apoyî û paradîgmaya nû li her çar hêlên cîhanê belav dibe’ qala girîngiya şoreşa ferasetê û di vê şoreşê de rola diyarker a milîtanan dike.

Cîhan Eren jî analîza taybetiya pergala kapîtalîst dike ya ku dibe sedema nexweşiyan.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat jî li ser Nûda Karker (Nazan Bayram) ya ku di sala 2008’an de şehîd bûye, nivîsek nivîsandiye û qala jiyana wê ya têkoşînê dike.

Hejmara dawîn û arşîva Serxwebûnê li ser vê navnîşanê tê peydakirin:

http://serxwebun.org/

http://serxwebun.org/arsiv/461/files/assets/basic-html/index.html#1 (