Hêjmara koçberên Sûriyeyî ji 1,5 milyonî derbaz bû
Hêjmara koçberên Sûriyeyî ji 1,5 milyonî derbaz bû
Hêjmara koçberên Sûriyeyî ji 1,5 milyonî derbaz bû
Komîsertiya Bilind ya Penaberan a NY (UNHCR) aşkera kir ku, hêjmara penaberên Sûriyeyî ji 1, 5 milyonî derbaz kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya UNHCR’ê de hate diyarkirin ku, hêjmara penaberên ji aliyê yekîneyên UNHCR’ê ve hatin qeyd kirin û li benda qeydkirinê ne 1,5 milyon derbaz kirine. Her wiha aşkera kir ku, hêjmara fermî zêdetire.
Rêxistina NY ku dibêje ku, dibe ev rewş girantir bibe, wiha got: “Penaber dibêjin, ji ber sedema zêdebûna şer, her ku diçe ji sivîl ji gund û bajarên aliyekê ber bi aliyekê din ve diçin, ev jî dibe sedem revîna sivîlan.”
Hêjmara penaberên ku UNHCR’ê dayîn, tenê kesên neçar mane di nava sînorên Sûriyeyê de neçarî koçberiyê kirine digire nava xwe.