Hejmara îro ya Ozgur Gundemê bi avahiya wê ve hat daliqandin
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku ji aliyê AKP'ê ve hat girtin û avahiya wê hat morkirin, hejmara wê ya îro bi avahiya wê ve hat daliqandin.
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku ji aliyê AKP'ê ve hat girtin û avahiya wê hat morkirin, hejmara wê ya îro bi avahiya wê ve hat daliqandin.
Hejmara îro ya rojnameyê ku bi manşeta "Em ê serî netewînin" derket, li deriyê avahiya rojnameyê, ku hatiye morkirin, hat daliqandin.
Tê payîn, rojnamevan di nava rojê de li ber avahiya rojnameyê, vê biryara nehiqûqî protesto bikin û nobedê bigirin. Wê saet di 17:00 de jî li ser banga Cemiyeta Rojnamevanên Azad daxuyaniyek çapemeniyê li vir bê dayîn.