Hêjmara dîlên li Cezayîrê hatin kuştin giha 48’an

Hêjmara dîlên li Cezayîrê hatin kuştin giha 48’an

Hate aşkera kirin ku, li Cezayîrê di tesîsa gaza xwezayî de çalakiya dîlgirtinê ya çar rojan dom kir, hêjmara dîlên hatine kuştin giha 48’an. 25 cesedên ku roja Yekşemê li herêma Ayn Emnas hate ragihandin ku hemû yên dîlanin.

Beriya vê nedihate zanîn ku, ev cesed yên xebatên tesîsê ne yan jî yên miltîtanên Îslamiyên radîkalin. Bi van re jî hêjan aqûbeta 20 rehîneyan nayê zanîn.

Milîtanên Îslamî yên radîkal ku di ser tesîsa gaza xwezayî ya li herêma Ayn Emnas ya Cezayîrê de girtin, bi sedan kes dîl girtibûn. Piştî ku milîtanan xwest bi hinek dîlan re bikevin beşa navendî ya tesîsê artêşa Cezayîrê operasyon pêkanî. Di destpêka operasyonê de ji helîkopterê fuzeyek avêtin mînîbusa dîl tê de û gelek dîl kuştibûn. Roja Şemiyê rayedarên Cezayîrê aşkera kiribû ku, 32 milîtanên çalakiya dîlan pêkanîn bi giştî kuştine.