Hefteya mafê mirovan bi dorpêça polîsan destpê kir
Hefteya mafê mirovan bi dorpêça polîsan destpê kir
Hefteya mafê mirovan bi dorpêça polîsan destpê kir
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV), bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ku xwestin li ber tramvaya Taksîm daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hatin.
Bi wesîleya Hefteya Mafê Mirovan endamên ÎHD û TÎHV ku xwestin li ber rawestgeha Taksîm Tramvay daxuyaniyekê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Gelek polîsan ku pêşiya parêzvanên mafê mirovan girtin, daxuyanî li ber Navenda Çandê ya Fransî hat dayîn.
BANGA DEST JI PİŞTGİRİYA DAIŞ BERDE
Parêzvanên mafê mirovan li hember vê pêkanîna kêfî dirûşmên, "Mirov bi mafê xwe mirov in" û "Rûmeta mirovatiyê wê îşkenceyê têk bibe" gotin, li ser navê girseyê Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdulbakî Boga destpêkê mafê axaftinê wergirt. Boga diyar kir ku di serî de li Kobanê di şeran de mirov jiyana xwe ji dest didin, tevayî cîhan piştgiriyê dide Kobanê, lê belê hê jî Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê û got, "Kobanê nakeve, berxwedana Kobanê nayê şkandin. Boga xwest AKP dest ji piştgiriya DAIŞ’ê berde.
EM JIYANEKE WIHA NAXWAZIN
Piştî Boga, Seroka TÎHV Şebnem Korur Fîncanci mafê axaftinê wergirt,
Fîncanci got ku hê jî Qada Taksîm qedexe ye, di bin dorpêça polîsan de ne. Fîncanci serdegirtinên malan, binçavkirin û girtinên rû didin bi bîr xist û got, "Em jiyaneke wiha naxwazin. Em wer difikirin ku jiyaneke wiha ne layiqî mirovan e. Ji bo guhertinê em têdikoşin û em ê dewam bikin.”
Piştî axaftinan, parêzvanên mafên mirovan ku gotin, "Mafê mirovan gerdûnî û yekpareyeke ku destnayê dayîn, nayê dewrkirin û nayê taloqkirin”, têkildarê mafê jiyanê, îşkence, kiryarên xerab, pirsgirêka Kurd, azadiya raman û rêxistinkirinê, jiyana kar, mafê hawîrdorê, cudakariya cinsiyetê, penaberan binpêkirinên di nava salê de rû dane raporek aşkera kirin.