HEDEP: Serlêdanên bernamzetan li Amedê destpê kir

Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn ragihand ku serlêdanên bernamzetan ên ji bo hilbijartinên herêmî destpê kirine.

Rêxistina Parêzgeha Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) der barê hilbijartinên herêmî de li bajarê Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. 

Di civînê de pankarta ‘’Ji civaka rêxistinkirî û rêveberiyên herêmî yên demokratîk re’’ hat vekirin. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku îradeya gel hatiye desteserkirin û xeberdana xwe wiha dewam kir: "Planek hat kirin, lê belê bi ser neketin û  plana wan têk çû. Gelê Kurd îro di wê rewşê de ye ku  siyaseta Tirkiyeyê diyar dike û plana wan têk bir.  Pergala qeyûman ji bilî neheqî û bêhiqûqiyê tiştekî din nîne. Hemû tiştên aîdî gel firotin û dan alîgirên xwe. Sekna siyasî ya gelê Kurd nîşan da ku rojekê jî be wê van şaredariyan bi dest bixin û di hilbijartina yekem de gelê Kurd ev şaredarî dîsa bi dest xistin."

Şahîn anî ziman ku tayînkirina qeyûman derew in û diyar kir ku ji îro û pê de li Amedê serlêdanên bernamzetiyê dest pê kirine. Şahîn ragihand ku dema serlêdanan wê heta 9'ê Kanûnê bidome. Şahîn got: "Hevdîtinên destpêkê wê di navbera 27’ê Mijdarê û 9'ê Kanûnê de werin kirin. Divê hemû gelê me  tevlî pêvajoyê bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînin."

Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Sultan Yarayê jî got: "Em ê li dijî zextan bi jinan re  li ber xwe bidin. Hevserokatî ew qad e ku herî zêde ji ber wê tengav dibin. Em careke din dibêjin ev yek xeta me ya sor e. Em dixwazin jin di van hilbijartinan de careke din xwe nîşan bidin û derkevin pêş."