Hedef nîşandana HDP'ê bêhurmetiya li vîna ji sedî 13'an e

Rêveberên partî, rêxistinên pîşeyî, sendîka û hiqûqnasan, hedef nîşandan û gefên Erdogan ên li HDP'ê nirxandin û destnîşan kirin, ku Erdogan ji dema bihurî qet ders dernexistiye û xwe li refleksa dewletê ya 90 salî girtiye.

Rêveberên partî, rêxistinên pîşeyî, sendîka û hiqûqnasan, hedef nîşandan û gefên Erdogan ên li HDP'ê ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin, ku Erdogan ji dema bihurî qet ders dernexistiye û xwe li refleksa dewletê ya 90 salî girtiye. Diyar kirin ku gefên girtina HDP'ê yan jî hedef nîşandana rêveberên HDP'ê bêhurmetiya li vîna 6 mîlyon mirovan e.

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Berdevkê TMMOB'ê Suleyman Solmaz, Berdevkê TTB Sasmet Menguç, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hiqûqnas Tûrgût Kazan, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş nerazîbûn nîşanî Serokkomar Erdogan ê vîna milî ji ser zimanê xwe danaxîne xwarê dan, klu gefa 'divê berdêlan bidin' li HDP a bi dengê 6 mîlyon mirovan xwariye.

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen: Eger li holê hiqûq hebe, Serokkomar be jî, kesekî din be jî, nikare der barê partiyeke din de fermaneke bi vî rengî bide, nikare sûcdariyeke wiha bike. HDP partiyeke siyasî ye û di hilbijartinan de vîna zêdeyî 6 mîlyon welatiyan temsîl kiriye. Bi bername û pêkhateyên xwe re partiyeke ku hewl dide pêşerojeke hevpar, wekhev û azad ji bo hemû bindestên li Tirkiyeyê ava bike. Em dizanin ku ev demeke dirêj e hiqûqa li vî welatî ji bo bindestan hatiye sekinandin û di serî de Serokkkomar, hikûmeta demkî fermanên nû, fetwanên nû didin. Mafê wan nîne vê yekê bikin. Divê hurmetê nîşanî hiqûqa xwe, nîşanî destûra bingehîn bidin. Eger li vî welatî destûra bingehîn hebe, hiqûq hebe, ji bo her kesî heye û sibe wê ji wan re jî pêwîst be. Di pêvajoya heyî de hedef nîşandana HDP'ê, krîmînalîzekirina wê, bi kêrî tiştekî nayê. Ev yek nîşan dide ku AKP çiqasî tengav bûye.

'ERDOGAN DAYE SER ŞOPA GENERALÊN 12'Ê ÎLONÊ'

Berdevkê TMMOB'ê Suleyman Solmaz: Nasnameya saziyî ya partiyekê ji kê pêk tê? Ji rêveberên wê partiya siyasîp êk tê. Eger hûn hurmetê nîşanî nasnameya saziyî didin hingî divê hûn hurmetê nîşanî wê partiyê jî bidin. Ji xwe dema doza girtinê li AKP'ê hat vekirin Erdogan bi xwe nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, 'Rêveber tên qedexekirin, gelo tiştekî wiha dibe? Rêveber ji partiyê cuda nabe? Eger hûn astengiyê derdixînin pêşiya rêveber, hingî hûn astengiyê derdixînin pêşiya partiyê'. Gelo niha çi guherî? Asta ku siyaseta cîhanê gihaştiye, tiştekî wiha red dike. Darizandin û mehkûmkirina parlamenter û rêveberên partiyeke siyasî ji ber nêrînên xwe, nayê qebûlkirin. Ev yek nikare bikeve meriyetê. Lewma bi tenê têgihiştinekê diafirînin. Min darbeya 12'ê Îlona 1980 dît. Di wê demê de generalan ji bo manşetên rojnameyan daxuyaniya 'Em ê rijandina xwîna bira bisekinînin, terorê bisekinînin' û ciwan bi darve dikirin. Lê diyar e ku 12'ê Îlonê welat aniye ku derê...Niha Erdogan jî heman tiştî dike. Dibêje 'Ez li dijî DAIŞ'ê me, li dijî karên terorê me' û dixwaze mûxalefetê di bin kontrolê de bigire, bi vî rengî jî ji nû ve bi tena serê xwe bê ser desthilatdariyê.

'YEK JI YEKÎ XERABTIR E'

Berdevkê TTB Samet Menguç: Ji Pakêta Ewlekariyê ya Hundir heta redkirina HDP'ê beriya hilbijartinê Erdogan nêrîna xwe ya der barê Tevgera Azadiyê ya Kurd û pirsgirêka Kurd de bi awayekî zelal nîşan da. Ev yek nêrîna dewletê ya 90 salî nîşan dide. Di navbera axaftina Erdogan û nêrîna Çîller û Agar ê salên 90'î de ti cudahiyek nîne, bi tenê 25 salên hatine taloqkirin hene. Heman nêzîkatiyên binpêkirin, neteweperestî û faşîzan. Ev rêveçûn nayê qebûlkirin. Hem weke rêxistinên pîşeyî hem jî weke mirovên alîgirên aştiyê em dibêjin divê ev ziman bê terikandin, berdêla wê çi dibe bila bibe zimanê aştiyê were bikaranîn û ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan em ê li cem HDP'ê cih bigirin.

'VAYE DEMOKRASIYA AKP'Ê'

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan: Bi hedef nîşandana rêveberên partiya siyasî ya tevgera siyasî ya Kurd a legal re, Tirkiye ti carî nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Girtina partiya siyasî yan jî hedef nîşandana rêveberên partiyê, li dijî azadiya rêxistinkirin û îfadeyê ye.

Hiqûqnas Tûrgût Kazan: Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne. Ne mijara mafê destlênedanê ne jî mijara girtinê, xusûseke Serokkomar an jî partiyeke din a mûxalefetê nîqaş bike nîne. Girtiya partiyeke siyasî ji xwe di sala 2015'an de tiştekî li ser bê fikirandin nîne. Di heman demê de gefa Serokkomar a bi rakirina mafê destlênedanê yê parlamanterên HDP'ê, li demokrasiyê, li dewleta hiqûqê nayê. Êşeke bi vî rengî di salên 90'î de hat serê me. Me dît bê çawa parlamenter bi lêdanê ji meclîsê tên derxistin û li girtîgehê tên bicihkirin. Baş e, Tirkiye di vê de çi qezenç kir, çi winda kir? Weke mirov û hiqûqnasekî ew roj dîtiye dibêjim, ti tişt nehat qezençkirin. Ev gotina Serokkomar, demokrasiya AKP'ê ya bi navê 'demokrasiya pêşverû' radixe pêş çavan.

'EGER DESTLÊNEDANEK WÊ WERE RAKIRIN EW JÎ YA ERDOGAN E'

Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş: Girtiya HDP'ê tê wateya bi temamî neçareseriya pirsgirêka Kurd, dijwarbûna şîdetê, hepskirina qada siyaseta demokratîk. Ji ber vê yekê girtina HDP'ê tiştekî bê qebûlkirin nîne. Di heman demê de tiştekî were kirin jî nîne. Lê belê Erdogan ji bo rejîma xwe ya serokatiyê ya di pratîkê de dimeşîne dewam bike û xwe dixe şûna dadgeriyê. Ev sûcekî li dijî destûra bingehîn e. Nikare rêveberên partiyekê ji bo dadgehan hedef nîşan bide. HDP partiyeke ji sedî 13 deng wergirtiye. Ev gotin, bêhurmetî li vîna 6 mîlyon mirovan, heqaret û nenaskirina vîna wan e. Divê Erdogan dest ji hewldanên xwe yên Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe, berde. Ev berê hatibû ceribandin û li pêş çavan e ku ne çareserî ye. Mijara destlênedanê jî; eger destlêdanek wê were rakirin ew jî ya Serokkomar Erdogan e. Sedema Serokkomarbûyîna wî ji xwe bi mertala bêberpirsyariyê re xilaskirina xwe ji îdîayên nelirêtiyê ye. Kesekî ku der heqê îdîayên li hemberî xwe û kurê xwe helwesta pêwîst nîşan nedaye, şerm e ku rakirina destlênedana HDP'yiyên siyasetê dikin, pêşniyar bike.