HDP'yiyên keştî dagir kirin hatin berdan

HDP'yiyên keştî dagir kirin hatin berdan

10 HDP'yiyên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê keştiya Beşîktaş-Kadikoyê dagir kiribûn û hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Ji şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê û helwesta hikûmeta AKP'ê 10 endamên HDP'ê keştiya di navbera Beşîktaş-Kadikoyê dixebitî bi pankarta "Gelê Kobanê ji bo me jî li ber xwe didin" daliqandibûn. Polîsan 10 endamên HDP'ê binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî li midûriyetê îfadeya wan hat girtin ew birin Edliyeya Anadoluyê û ji wir jî bi şertê "kontrola edlî" serbest hatin berdan.