HDP’yiyan destûr nedan polîs posterên Ocalan daxin
Li Sêrtê û navçeya Şîrwan polîsan xwest posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li buroyên hilbijartinê daliqandî daxin. HDP’yiyan destûr nedan poster bên daxistin.
Li Sêrtê û navçeya Şîrwan polîsan xwest posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li buroyên hilbijartinê daliqandî daxin. HDP’yiyan destûr nedan poster bên daxistin.
Li Sêrtê û navçeya Şîrwan polîsan xwest posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li buroyên hilbijartinê daliqandî daxin. Destpêkê polîsên sivîl ên saetên êvarî hatin buroya hilbijartinê ya li navendê xwestin poster bê rakirin. Li ser nerazîbûna HDP’yiyan polîsan gotin, “Eger em niha negirin em ê bi talîmata dozger bigirin.”
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê Abdullah Çetîn diyar kir ku HDP’ya siyaseta demokratîk dike li hember provokasyonên bi vî rengî li ser piyan e û got ku li hember aloziya polîsan xwestiye derxin bi sekna xwe bûne bersiv.
Li navçeya Şîrwan a Sêrtê jî polîsan xwest posterê Ocalan ê li buroya hilbijartinê daliqandî daxin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Şîrwan Mekîn Er ê destûr neda, polîsan ew bir Midûriyeta Polîsan a Şîrwan. Er got ku li midûriyeta polîsan li gor qanûna nû ew hişyar kirine. Er diyar kir ku ji polîsan re gotiye wê posterê Ocalan danexin û got: Min poster daliqand û ez ê danexim. Ji ber ev poster sûcekî çênake. Li hember vê neheqiyê hûn nikarin HDP’ê bêzar bikin. Em ê serî li hember vê zextê daneynin.”