HDP’yiyan cejna gel pîroz kirin

HDP’yiyên li gelek navendan cejna gel pîroz kirin, daxwaz kirin ku cejn bibe wesîleya biratî û aştiyeke mayînde. Namzeta HDP’ê ya Qersê Arzû Moco diyar kir ku wê 24’ê Hezîranê bibe cejna hemû gelan.

Li gel rêveber û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê li gel namzetan li navçeyên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsûs, Erdemlî û Sîlîfke li avahiyên gel bi gel re civiyan û cejna wan pîroz kirin. Namzetên HDP’ê yên li avahiya navçeyê cejna gel pîroz kirin, daxwaz kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û biryatiya Tirkiye û Rojhilata Navîn.

EDENE

Namzetên HDP’ê yên parlemeteriyê û rêverên navçe û bajar li Edeneyê ji bo cejnê li avahiyên taxên li navçeya Yuregîr û Ceyhan bi gel re civiya. Piştre jî namzetên parlemeteriyê serdana buroyên hilbijartinê kirin û cejna gel pîroz kirin.

QERS

Namzeta parlemeteriyê ya HDP’ê Arzû Maco û Ayhan Bîlgen jî li navçeya Qamûşan li buroyên hilbijartinê cejna gel pîroz kirin. Namzetên parlementeriyê Bişar Abdî Alinak jî li navçeya Dîgor a Qersê serdana gel kirin û cejana wan pîroz kirin.

Arzû Maco ya ku ji Qamûşanê berê xwe da Gundê Başkoyê li qada gund bi gundiyan re axivî, cejna gundiyan pîroz kir û diyar kir ku wê 24’ê Hezîranê bi ciwanan re ser bikevin. Maco anî ziman ku wê 24’ê Hezîranê bibe cejna hemû gelan.

ERDEXAN

Namzetên Parlemeteriyê yên HDP’ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozturk Polat jî li avahiya navçeyê bi gel re civiya û cejna gel pîroz kirin.

WAN

Bi boneya cejna Remezanê Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî , Bedîa Ozgokçe, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Tayîp Temel, Mukaddest Karakoç û Asûman Yelmazer, li avahiya DBP’ê ya bajar bi gel re civiyan û cejna wan pîroz kirin.