HDP'yî tevî wesayita xwe ya hilbijartinê hatin destgîrkirin

Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, HDP'iyên ku bi wesayita hilbijartinê ya namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş digeriyan, tevî wesayitê hatin destgîrkirin.

Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, polîsên Tirk hatin ber buroya hilbijartinê ya li taxa Çamlikûleyê û endamê partiyê yê bi navê Yilmaz Haydar û Serokê HDP'ê yê Bûcayê Bîrol Dûrûk destgîr kirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî bi dest neketin. Tê texmînkirin ku di çarçoveya operasyona doh de ku gelek ciwanên HDP'iyê wexta fitarê hatin destgîrkirin, herdu kes hatine destgîrkirin. Tevî HDP'iyan, polîsên Tirk wesayita anonsa hilbijartinê ya namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û wesayita şexsî ya Yilmaz jî bi xwe re birin.

HDP'iyên hatin destgîrkirin birin Taxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bûcayê. Wesayit jî birin otoparka emniyetê.