HDP'yî li her derê bi girseyî tên pêşwazîkirin

Ji Botanê heta Egeyê, HDP'yî doh bi şev jî li qadan bûn û ji bo hilbijartinê xebitîn.

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li bajarokê Dêrgul^şahiyek li dar xist. Şahî piştî fitarê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Namzetên HDP'ê ji girgseya gel re axivîn û gotin, "Em bi gelê xwe piştrast in. Em ê bi ser bikevin." Li navçeya Hezexê jî bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê Sifreya Rûyê Erdê hate raxistin û gelek kesî fitara xwe lê kir.

Li taxa Kortekê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê hate vekirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di çarçoveya bernameya xwe ya Îzmîrê de beşdarî fitara li navçeya Torbali bû. Temellî li vê derê ji gel re axivî û got, "Gel mehkûmî şer dikin. Zilma li gel didomînin."

Namzetên HDP'ê yên Manîsayê Sirri Sakiki, Hasret Aslan, Adnan Mankan û Bîrgul Saggoz jî li navçeyêm Alaşehîr û Sarigolê bûn.

Li Aydinê jî namzetên HDP'yî li taxên Dûtlûolûk û Yenîkoyê yên navçeya Çîneyê bi welatiyan re rûniştin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Namzetan piştre serdana esnafan kirin û ji wan xwestin ku dengekî xwe bidin HDP'ê, yek jî Demîrtaş.