'HDP wê li Erdexanê her du wekîlan bi dest bixe'

Erdexanê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de berê xwe bi temamî da HDP'ê. Gelê Erdexanê got, bi coşa ji ruhê 7'ê Hezîranê xurtir, wê her du wekîlên li Erdexanê derxînin.

HDP li Erdexanê xwedî îdîayeke mezin e. Armanc du ji dudiyan e. Gelê Erdexanê dibêje wê sîleyeke mezin a demokrasiyê li AKP'ê bixe.

SERKETIN WÊ JI YA 7'Ê HEZÎRANÊ JÎ MEZINTIR BE

Îbrahîm Yilmaz ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve AKP li Erdexanê jî bi polîtîkaya tepisandin û çavtirsandinê tevdigere. Yilmaz got, "Gelê Erdexanê wê êdî li ber vê zext û zordariya AKP'ê rabe. Gelê Erdexanê ji wan natirse. Hewl dan gel û partiya me ji hev qut bikin. Kes nikare me ji partiya me qut bike. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ne hewldanên çavtirsandinê, ne jî zextên aboriyê wê nikaribin gelê Erdexanê têk bibin. Ji ruhê 7'ê Hezîranê xurtir em ê tevlî hilbijartinên 24'ê Hezîranê bibin."

HDP WÊ 90 JI SEDÎ YÊ DENGAN BIGIRE

Mukaîl Yilmaz destnîşan kir ku HDP wê ji 7'ê Hezîranê bêhtir dengan bigire û got, kesên ku berê li Erdexanê deng dan AKP'ê wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin. HDP'ê. Yilmaz wiha dewam kir: "Rewşa HDP'ê ya li Erdexanê 90 ji sedî ye. Ji ber ku gelê Erdexanê zilma AKP'ê dît. Lewma îro li dora HDP'ê li hev civiya ye. Ne tenê gelê Kurd wê gelên din ên li Erdexanê dengê xwe bidin HDP'ê. AKP wê piştî 24'ê Hezîranê li Erdexanê nemîne."

HDP WÊ HER DU WEKÎLAN BI DEST BIXE

Guner Yilmaz da xuyakirin ku HDP wê her du wekîlên li Erdexanê bi dest bixe û got, "Em ê dengê xwe ji bo paşeroja xwe bidin. Gelê me baş zane bê wê çawa tevbigere. Ji bo paşeroja me dengê me wê ji HDP'ê re be. HDP hemû gelan temsîl dike. Bi vê bîr û baweriyê em ê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan."

AKP WÊ LI ERDEXANÊ NEMÎNE

Esfender Ozer da zanîn ku HDP wê li Erdexanê her du wekîlan bi dest bixe û got, rewşa HDP'ê li Erdexanê gelekî baş e. Ozer got, "Gelê Erdexanê bi coşeke mezin xwe ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê amade dike. AKP wê li Erdexanê derseke mezin a demokrasiyê bigire. AKP wê li Erdexanê nemîne. Mîna li gelemperiya herêmê wê li Erdexanê jî sîleyeke mezin bixwe."