HDP wê îtîrazî biryara dadgehê ya li ser Demîrtaş bike
Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) wê îtîrazî biryara dadgehê ya li ser namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bike, ku dagehê biryar dabû Demîrtaş neyê berdan.
Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) wê îtîrazî biryara dadgehê ya li ser namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bike, ku dagehê biryar dabû Demîrtaş neyê berdan.
Li gorî daxuyaniya Bûroya Çapemeniyê ya HDP’ê vê Sêşemê HDP wê li dijî biryara Dadgeha Cezayê Giran a 19’an a Enqerê ya li ser Demîrtaş îtîrazê bike, ku dadgehê daxwaza berdana Demîrtaş qebûl nekiribû.
Piştî ku parêzeran daxwaznameya îtîrazê dan, hin parlamenterên HDP’ê yên mîna Ayşe Acar Başaran, Gara Paylan û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li ber Edliyeya Enqerê wê daxuyaniyê bidin.