HDP wê her roj biçe serdana malbatên di nobetê de
HDP jî piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê. Bi awayekî periyodîk wê HDP biçe serdana malbatên ku tevlî nobetê bûne.
HDP jî piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê. Bi awayekî periyodîk wê HDP biçe serdana malbatên ku tevlî nobetê bûne.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wê piştgiriyê bide nobetê.
‘DIVÊ EM BI DAYIKAN RE BIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Înîsîyatîfa Hevgirtina Zindanan a Marmarayê ya ku em jî di nav de ne, di 9’ê Nîsanê de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest bi nobetê kiriye. Duh ligel ku du caran hatin destgîrkirin jî, diyar kirin ku ew ê nobeta xwe bidomînin. Peywira partiya me û raya giştî ya demokratîk ev e ku em li dora dayikan bibin xeleq.
Tevî rêxistinên me yên li navçeyan me plansaziyek kiriye û em ê piştgiriyê bidin çalakiya nobetê ya dayîkan.”
NAVÇE Û DÎROKA WAN A SERDANÊ
Navçeyên ku wê biçin serdana çalakiya nobetê wisa ye:
10’ê Nîsanê: Tûzla, Pendîk
11’ê Nîsanê: Maltepe, Kartal
12’ê Nîsanê: Kadikoy, Uskudar, Adalar
13’ê Nîsanê: Sancaktepe, Sûltanbeylî
14’ê Nîsanê: Umraniye, Çekmekoy
15’ê Nîsanê: Beykoz, Ataşehîr, Şîle
16’ê Nîsanê: Esenler, Bayrampaşa
17’ê Nîsanê: Gazîosmanpaşa, Eyup
18’ê Nîsanê: Sariyer, Şîşlî
19’ê Nîsanê: Sûltangazî, Kagithane
20’ê Nîsanê: Beyoglû, Fatîh
21’ê Nîsanê: Beşîktaş, Zeytînbûrnû
22’ê Nîsanê: Kuçukçekmece”