HDP û EMEP'ê ji bo hilbijartinê tifaqa kirin
HDP/EMEP: "Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP), bi tecrûbeyên tifaq û têkoşîna xwe ya hevpar re, em ê di vê hilbijartinê tifaqê bikin û beşdar bibin."
HDP/EMEP: "Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP), bi tecrûbeyên tifaq û têkoşîna xwe ya hevpar re, em ê di vê hilbijartinê tifaqê bikin û beşdar bibin."
HDP û EMEP'ê dan xuyakirin ku ew ê bi hev re beşdarî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bibin û gotin, "Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP), bi tecrûbeyên tifaq û têkoşîna xwe ya hevpar re, em ê di vê hilbijartinê tifaqê bikin û beşdar bibin.
Em bang li Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, hemû partiyên pêkhateyên wê û hêzên alîgirên ked û demokrasiyê dikin, ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo hilweşandina bendên li pêşiya gelên me, di bin sîwana HDP'ê de bigihêjin hev."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş-Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tifaqê bikin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Dikare were gotin ku Tirkiye xwe ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka xwe, amade dike. Ya ku hilbijartin vê astê de krîtîk kiriye, mertên civakî û siyasî yên heyî ne. Divê em di destpêkê de destnîşan bikin, ku hilbijartinek bi Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê û benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an pêk tê were lidarxistin, wê ji aliyê pîvanên demokratîk ve gelekî kêm û qels be.
Hikûmeta AKP'ê ku hebûna xwe deyndanê qanûnên hilbijartinê yên 12'ê Îlonê ye, guhertinên demokratîk ên di Qanûna Hilbijartinê û Qanûna Partiyên Siyasî li aliyekî, di dema hilbijartinê de bi 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' re welêt ber bi kaosê ve dibe."
'ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A XWE DISPÊRE MAFÊN WEKHEV'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkayên neolîberal ên 12 salan bi awayekî hovane tên meşandin, welat veguherandine welatê bêkaran, xizan û birçiyan, pirsgirêkên demokrasiyê bêhtir giran kirine û ev xal hat destnîşankirin:
"Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a xwe dispêre mafên wekhev; daxwazên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya azadiya gotin, çapemenî û rêxistinbûyînê, li naverastê ne.
Lêgerîna herî biçûk a ji bo bidestxistin mafê xwe, li zora dewletê rast tê. Mafê grevê yê karkeran di pratîkê de ji destê wan hatiye girtin. Binçavkirin û girtinên bi sûcdariyeke bêsînor a bi şêweyê 'heqareta li Serokkomar' hat rojevê, veguherî operasyona siyasî. Pêla binçavkirin û girtinê ya li bajarên Kurdan dewam dike. Ev helwest bêsamîmiyeta hikûmetê ya di pêvajoya çareseriyê de nîşan dide.
Hikûmet, der heqê pêşnûmeya tevgera siyasî ya Kurd ji bo pêvajo veguhere pêvajoya muzakereyê daniye holê tiştekî nabêje. Bi daxuyaniyên xwe yên dema dawî re nîşan dide ku ew pêvajoyê weke firsenda hilbijartinê dibîne.
Polîtîkayê ku welatê me ji bo sermayeya navneteweyî kiriye hêza erzan a kedê, bi xebateke bê pîvan û taşeronî karker mehkûmî heqdestekî xizaniyê kiriye, ji aliyê cînayetên kar ve Tirkiye kiriye yekemînê Ewropayê û li gelemperiya cîhanê jî derxistiye rêza duyemîn.
Gotin û pêkanînên mûaxafazakar ên ji febrîqeya AKP'ê tên afirandin, herî zêde derb li jinan dane. Kuştina jinan di dema vê desthilatdariyê de ji sedî 1400 zêde bûye. Dersa olî ya ji neçarî anîne heta dibistanên dayikê, zext û cihêkariya li baweriyan, dewam dikin.
Li bajarên welatê me, qadên sît ên xwezayî û berhemên dîrokî tên talankirin. Di encaam talana di bin navê veguherîna bajarî û çêkirina bendav, HES, RES, santrala nukleerî de, kedkar ji bajêr tên derxistin, hilberîn û qadên jiyanê yên gundiyan jî bi zorê ji destê wan tên girtin."
'PÊWÎSTE DERFETÊN JIYANEKE XWIŞK-BIRATIYÊ BÊN AFIRANDIN'
HDP û EMEP'ê dan xuyakirin, ku pêwîstiya Tirkiyeya îro, afirandina derfetên jiyana xwişk-biratiyê ya xwe dispêre mafên wekhev ên gel û baweriyan heye û gotin, "Pêwîstî pê heye ku azadî mafên siyasî, azadiya ramanê, rêxistinbûyîn û mafê bazariya giştî werin ewlekirin. Girîng e jin ji qadê kar heta jiyana civakî, ji perwerdeyê heta tenduristiyê li her qadê xurt bibin û jiyana bê ewlekirin. Perwedeya laîk, demokratîk, zanistî û zimanê dayikê, pêwîste ji bo her zarokên ji her beşê civakê mafek be. Divê dawî li polîtîkayên cihêkar ên li hemberî Elewiyan bê anîn. Newekheviya zayendî ji holê bê rakirin. Polîtîkayên rê li ber xisara hawirdor û xwezayê vedikin, pêkanînên ekolojiya welêt xera dikin, bên terikandin. Laîktî bê rûniştandin, azadiya baweriyê ya her kesî bê ewlekirin. Ev hemû şertên demokrasiyê ne."
Di dewama daxuyaniya hevpar de ev xal hat destnîşanrkirin:
"Di rewşeke ku gelên me van êş û azaran dikşînin de, Serokkomar û Hikûmeta AKP'ê ketine pey derdê parastina qesra xwe û dewamkirina desthilatdariya xwe. Di vê oxirê de rejîmeke nû li ser gelên me û civaka me tê ferzkirin.
Girînge were dîtin ku Tirkiye ber bi dîktatoriya yek zilamî î şerekî navxweyî ve diçe û her hêzên alîgirên ked, aştî û demokrasiyê, ji bo sekinandina vê rêveçûnê bi berpirsyarî rabin.
Tirkiye xwedî enerjî û tecrûbeya têkoşînê ye ku dikare vê tabloyê biguherîne. Biryardariya têkoşînê ya di Berxwedana Gezî de derket holê, nîşan da ku gelek hêzên cuda yên li Tirkiyeyê ji bo nehêlin ev welat ber bi dîktatoriyê ve biçin, dikare çi bikin.
Têkoşîna gelê Kurd a bi dayîna berdêlên giran nîşan da, daketina qadana rêxistinên Elewî ji bo rawestandina polîtîkayên cihêkar ên hikûmetê, ji bo me sparteyeke girîng e.
Berxwedan û grevên karker û kedkaran ên her roj li cihekî Tirkiyeyê derdikeve holê, tevî helwesta qedexekar a hikûmetê jî nîşan dide ku kedkar bi biryarin desthilatdariya heramiyan hilweşînin."
'DI BIN SÎWANÊ HDP'Ê DE EM BIGIHÊJIN HEV'
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP), bi tecrûbeyên tifaq û têkoşîna xwe ya hevpar re, em ê di vê hilbijartinê tifaqê bikin û beşdar bibin.
Em bang li Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, hemû partiyên pêkhateyên wê û hêzên alîgirên ked û demokrasiyê dikin, ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo hilweşandina bendên li pêşiya gelên me, di bin sîwana HDP'ê de bigihêjin hev."