HDP û EMEP: Di 1'ê Mijdarê de em ê bi hev re tevbigerin
HDP û EMEP'ê ragihandin, ku ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi hev re tevbigerin.
HDP û EMEP'ê ragihandin, ku ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi hev re tevbigerin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên ji dema beriya 7'ê Hezîranê girantir in de, Tirkiye di 1'ê Mijdarê de hilbijartina pêşwext pêk tîne. Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP, piştî têkçûna hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê, li hemberî gelên bindest dest bi pêleke nû ya êrîşê kirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêkanînên rewşa awarte li bajarên Bakurê Kurdistanê, bêbersivmayîna daxwazên karker û kedkaran ên li ser xebat û jiyanê û hat destnîşankirin, ku Erdogan û AKP dixwazin di nava van mercan de hilbijartinê qezenç bike û rewşa xwe ya serokatiyê bide rûniştandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di nava vê tabloyê de pêwîstiya hêzên demokrasiyê hîn bêhtir bi têkoşîneke hevpar heye.
'EM BANG LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DIKIN, KU DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê'
Di dewama daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kedê (EMEP, ji bo azadiya siyasî û mafên demokratîk, wê têkoşîna me ya hevpar ji niha û pê ve jî bi heman biryardariyê dewam bike. Ne tenê em, divê hemû hêzên demokrasiyê bi heman biryardariyê tevbigerin."
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: "Weke EMEP û HDP em biryardariya xwe bi raya giştî re parve dikin ku em ê di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de bi hev re tevbigerin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku destekê bidin HDP'ê."