HDP: Tiştên ku Erdogan dike sûc e

Rêveberiya HDP'ê bal kişand ser fermanên Erdogan ên li ser Demîrtaş dide dadgerî û YSK'ê û diyar kir ku ev yek sûc e.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi sernavê "Serokkomar sûc dike, Dadgeha Destûra Bingehîn jî hiqûqê binpê dike" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN LI SER DAXWAZEKE NEHATIYE KIRIN BIRYAR DA!'

Di daxuyaniyê de hate gotin, binpêkirina hiqûqê, sûc û bêûsûlî di dema hilbijartinê de dewam dikin. Daxuyanî wiha ye: "Der barê namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, 29'ê Gulana 2018'an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin. Dadgehê, roja ku serlêdan hate kirin biryar da ku li gorî xala 73'an a rêziknameya navxweyî serlêdan neyê qebûlkirin.

Lê ti tiştekî ecêb e; ji bo Birêz Selahattîn Demîrtaş me li gorî xala 73'an a rêziknameya navxweyî tiştek nexwestine. Daxwaza me ew e ku li gorî xala 68'an a rêziknameya navxweyî, serlêdan zû bê nirxandin. Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî ku dosyayê lêkolîn bike, li ser daxwazeke nehatiye kirin biryar daye. Ev yek jî nîşan dide ku dadgeh li gorî fermanê biryarê didin. Ne xema Dadgeha Destûra Bingehîn e ku vê bêhiqûqiya xwe binixumîne. Eşkere nîşan dide ku li gorî fermanê tevdigere. Dadgeha Destûra Bingehîn mixabin bûye dîwana bilind a binpêkirin û bêhiqûqiyê."

'ERDOGAN BI RENGEKÎ VEKIRÎ FERMANÊ DIDE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi navê Serokkomariyê mohra xwe datînin binê mijarên ku eleqeya xwe pê re nîne.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo namzetê me Demîrtaş nikaribe di çarçoveya mafê xwe yê hilbijartinê yê serbest de bixebite, bi rengekî vekriî fermanê dide gelek saziyan.

Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan di bernameya televîzyonekê de li xwe mikur hat ku wî ferman daye YSK. Erdogan diyar kir ku wî agahî daye YSK'ê û jê re gotiye, axaftina propagandayê ya ku TRT'ê bi Demîrtaş re kişandiye, piştî ku ji aliyê wî ve hate kontrolkirin dikare bê weşandin.

Namzetek li ser axaftina namzetekî din biryarê dide. Ev rewşeke sosret û bêhiqûqî ye ku li cihekî din ê dinyayê nehatiye dîtin. Destwerdana li hilbijartinê ye, sûc e.

Serokê Giştî yê AKP'ê ku li gel her tiştî jî fêhm kiriye wê encama dixwaze nikaribe bi dest bixe, fermanê dide hemû saziyên dewletê û bi vî rengî dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Li pey hev sûcan dike.

'EM Ê HESABÊ WÊ YEK BI YEK BIPIRSIN'

Ne karê YSK'ê ye ku şert û mercê hilbijartinê ji bo bi kêrî namzetekî bê bi guherîne. Wezîfeya YSK ew e ku hilbijartinekê amade bike ji bo îradeya gel bi xurtî bandorê li sindoqan bike. Em ê giliyê her sûcî bikin û di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de em ê hesabê wan yek bi yek bipirsin."