Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê metirsîdar in.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Neteweyên Yekbûyî ji bo her dewlet salane polîtîkayên xwe yên têkildarî avê ji nû ve binirxînin 22'ê Adarê Roja Avê ya Cîhanê ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê salane 1519m3 av dibe para şexsekî û bi vî rengî veguheriye 'welatekî xizanê avê'.
Komîsyonê destnîşan kir ku ev rewş nîşan dide ku divê Tirkiye di mijara polîtîkayên avê de gavên xurt biavêje.
HDP'ê her wiha bal kişand ser pandemiya korona û xwest, ku ji ber vê yekê fatûreya avê bê taloqkirin.