HDP Tetwan: Xweseriya YSK’ê ji holê rabûye
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû got; “Xweseriya YSK’ê ji holê rabûye”.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû got; “Xweseriya YSK’ê ji holê rabûye”.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê redkirina serlêdanên HDP’ê yên ji bo ji nû ve hejmartina dengên hatine betalkirin, hate protestokirin. Civîn li avahiya partiyê ya navçeyê hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû got; “Yên ku peyamên Ekrem Îmamoglû yên weke serokê şaredariyê rexne dikin bila werin Tetwanê li pratîka namzetên xwe binêrin.”
‘HDP BI DEWLETÊ RE KETE PÊŞBAZIYÊ’
Ballioglû got tevî hemû zext û helwestên çavtirsandinê xelkê Tetwanê xebatên hilbijartinê li kolan kolan, tax tax bi serketî rê ve bir û wiha domand; “Li Tetwanê du hêz ketin pêşbaziyê. Partiya me HDP bi hewldana fedekar a gel xebatên xwe domand, lê AKP’ê bi hemû îmkanên dewletê bêhiqûqî kir û bû mîmarê hilbijartinekî ne adîlane. Tevî hemû bêhiqûqî, bêedaletiyê partiya me li Tetwanê bi ser ket û gel dengê xwe da HDP’ê.”
Ballioglû bi domdarî got; “Bila hemû pêkhateyên civakê rehet bin, tu gumanên wan çênebin wê ji şaredariyê tu kes qûrûşekê jî nedize. Em ê şaredariyê têxin bin xizmeta ge. Endamên meclîsê yên HDP’yî tişta dikeve ser milê wan wê bikin.”
Ballioglû herî dawî got, hemû serlêdanên wan ên ji bo ji nû ve hejmartina dengên hatine betalkirin, hate redkirin û wiha domand; “Li gelek herêmên Tirkiyeyê bi hincetên pûç serlêdanên tifaqa AKP-MHP’ê tên qebûl kirin lê redkirina daxwazên mafdar ên partiya me dide nîşandan ku Desteya Bilind a Hilbijartinê xweserî û bêalîbûna wê ji holê rabûye.”