HDP: Seyid Riza bû mînaka berxwedan û hêviyê

HDP Seyid Riza bi bîr anî û got, ‘’Mînaka berxwedan û hêviyê Seyîd Riza ji zilma dewletê re serê xwe netewand û ji zaliman re bû derd, bê tirs bi ser mirinê de çû.’’

Partiya Demokratîk a Gelan di salvegera 80’yî ya darvekirina Seyîd Riza de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Seyid Riza bi gotina, ‘’Ez heq ji derew û xapên we derneketim ev ji min re bû kul lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ bi bîr xist û got bi vê helwesta xwe Seyîd Riza rêça têkoşînê ya berxwedêr û birûmet hiştiye.

 ‘MÎNAKA BERXWEDAN Û HÊVIYÊ..’

Di daxuyaniyê de hate gotin Seyid Riza û rêça wî ku bûye mînaka biryardariya têkoşîn û hêviyê û berxwedana li dijî komkujiyên dîrokî, zext û înkar û asîmîlasyonê ya gelê Dersimê, civaka Elewî û Kurdan û li gel ku 80 sal di ser derbas bûye jî di têkoşîna dijî neheqhiyê de rêya wan ronî dike.

Di daxuyaniyêde hate gotin: ‘’Seyid Riza yek ji wan mînakên girîng e ku darvekirin, komkujî, înkar û zext nekarî pêşî li azaweriya berxwedan û têkoşînê bigire. Di salvgera  80’yî ya darvekirinê de nekarîn ku ji xêv û bîra civaka Kurd a Elewî û gelên Tirkiyê bibin, tine bikin.’’

Bi berdewamî hate bibîrxistin ku hê jî gora Seyîd Riza ne diyar e û bi vê polîtaya bê kêl û gor hiştinê gelê Kurd ê Elewî ji rîtulên veşartin û şîngirtinê bê par dihêlin.

 ‘JI ZALIMAN RE BÛ DERD’

HDP’ê diyar kir ku Seyid Riza ji zilma dewletê re serî netewandiye û ev ji zaliman re bûye kul û derd, bê tirs bi ser mirinê de çûye û wiha domand, ‘’Em Seyid Riza û hevalên wî di salvgera 80’yî ya darvekirinê de bi hurmet û minet bi bîr tînin, li ber bîranîn û têkoşîna wan careke dî bi hurmet bejna xwe ditewînin.’’