HDP: Rojnamevanên girtî serbest berdin

HDP: Rojnamevanên girtî serbest berdin

HDP'ê di daxuyaniya xwe ya der barê doza çapemeniyê ya 'KCK' de got, "Rojnamevanên girtî serbest berdin." Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li Tirkiyê zextên li rojnamevanan dewam dikin û anî ziman ku zexta herî giran jî li medya Kurd tê kirin. Olûç got, "Di ser bombekirina navenda Rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê re 19 sal derbas bûn.

Di 19. salvegera bombekirinê de rûniştina 8. a darizandina 20 jê girtî 46 xebatkarên çapemeniya azad li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê îro destpê dike. Ev rojnamevanên di doza bi navê 'KCK'ê de tên darizandin, ev du sal in bi gilînameyeke ku ti pîvanên xwe yên hiqûqa demokratîk nîne, tên darizandin."

Olûç diyar kir ku azadiya raman û îfadeyê, mafê gel ê nûçewergirtinê bi awayekî zelal tê binpêkirin û got, "Pîvanên darizandina adîl bicih nayên anîn, rewşa ragirtina demdirêj dewam dike. Hikûmeta AKP dibêje rojnamevanên di girtîgehê de ne, ne ji ber karên xwe yên pişeyî ji ber "sûcê terorê" tên darizandin. Lê belê ev rast nîne. Tê zanîn ku hemû çalakiyên bi navê "sûcê terorê" hatine binavkirin, xebatên di çarçoveya nûçegîhanê de ne.

Zextên li çapemeniyê bi vê re sînorkirî nîne bêguman. Gelek caran nûçegîhanên dane dû nûçeyan rastî tundiya polîsan tên û nikarin karê xwe bikin. Carna jî rojnamevanên rastî tundiyê tên tên binavkirin. Ji ber helwesta xwe ya di Berxwedana Gezî û pirsgirêka Kurd de gelek rojnamevan û nivîskarên rojnamevan ji kar hatin derxistin. Mejiyê ku bi vê re sînorkirî nemaye, hesabên meyda civakî ya gelek kedkarênç apemeniyê jî kontrol dike."

Alîkarê Hevserokê HDP'ê diyar kir ku ev zextên li hemberî medyayê tê wateya êrîşên li dijî siyaseta demokratîk û ev bang li hikûmeta AKP'ê kir: "TMK ya ku weke siparteya êrîşên li dijî medhyayê tê bikaranîn, divê bê rakirin. Yek ji pêwistiyên girîng ên 'pêvajoya çareseriyê' sererastkirinek di vî warî de ye. Heta ku TMK hebe û bi vî rengî were bikaranîn, dê kes nikaribe behsa demokratîkbûyînê bike.

Divê rojnamevanên girtî serbest werin berdan. Endamên BDP, siyasetmedar, rêveber ên di bin navê 'KCK'ê de tên darizandin û girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan."