HDP: Rojava nîşan da ku rêyeke din  mumkun e

Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya HDP’ê Şoreşa Rojava silav kir û banga li dijî derketina polîtikayên şer ên AKP’ê yên li Rojhilata Navîn kir.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hîşyar Ozsoy ji bo salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî dan.

‘JI BO HEMÛ GELAN BÛ HÊVÎ’

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Avakirina rêya seyemîn ku li Kobanê dest pê kir û veguherî Şoreşa rojava ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Ereb, Tirmen, Ermenî û Suryaniyên li Sûriyeyê dijîn bû hêviyek. Gelên Bakurê Sûriyeyê ku di çareseriya muzakereyên demokratîk de israr dike, DAÎŞ û hemû hêzên li dijminê şoreşê êrîş kirin û ji parastinê zêdetir rêyek din ji bo wan nehiştin. Serî de jin, di nav ge gelên Bakurê Sûriyeyê ku ji Kobanê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû, bi berxwedanekî dîrokî DAÎŞ têk bir.

‘AKP BI DAGIRKERIYÊ DIXWAZE ŞOREŞÊ BIFETISÎNE’

Tirkiyeya ku serî de li dijî Sûriye û Rojava polîtîkayên şas dimeşîne hê jî israr dike, ne li gorî berjewendiyên gelên Tirkiyê  û Rojhilata Navîn e. Hikûmeta AKP’ê hewl dide Şoreşa Rojava a ji bo gelan bûyî îlham bifetisîne. Hikûmeta AKP’ê ku li Efrîna dagirkirî zeytûnên wê weke xenîmeta şer difiroşe û niha dixwaze li Bakurê Sûriyeyê ku herêma herî biewle ya Sûriyeyê ye bi vekirina eniyên nû yên şer bêçareseriya siyasî kurtir dike.

Şoreşa Rojava a ku ji bo Rojhilata Navîn nîşan da ku rêyek din ne mumkun e, silav dikin û didin diyarkirin ku ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li erdingariya Sûriye, Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn têkoşîna me wê bi biryardarî bidome.

‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP’Ê RAWESTIN’

Em bang li raya giştî ya navnetewî, hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê rawestin piştevaniya gelên ku têkoşina demokratî, azadî û wekheviyê li Rohilata Navîn didin, bikin.”