HDP: Qedexeyê mirovên yixtiyar kirin hedefê

Komîsyona Polîtîkayên Tendiristiyê û Sosyal a HDP'ê got,''Hişmendiya qedexekar yixtiyaran dike hedef: Em her cure cihêkariyê red dikin.''

Komîsyona Polîtîkayên Tendiristiyê û Sosyal a HDP'ê  derbarê cihêkariya li ser yixtiyaran a ji ber gefa vîrûsa koronayê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî qedexeya derketina derve ya ji bo mirovên ku temenê wan di ser 65'an re ye, bi taybetî li kuçeyan û medyaya sosyal cihekariyek tund li dijî mirovên di ser temenekî re dest pê kiriye û got, ''Desthilata-biyo, qedexe di navbeyna sûc û ceza de têkiliyeke xurt datîne. Dewleta ku qedexe daniye, yên ku li gorî vê naçin dike 'sûcdar' û civak jî bê pirs bi hêsanî dikeve ber bayê ve.''

Bi berdewamî hate gotin bi talokeya vîrûsa koronayê re têkiliya mirovên di ser temenekî re bi nexweşxaneyan re qut bûye û xwest, divê welatî werin agahdarkirin, baweriya bi otorîteya kamûyê were danîn, pêdiviyên sereke yên mirovî werin dabînkirin û rêbazên tedawiyê yên hewce bi lez û bez werin bicihanîn.