HDP: Pênûsa Huseyîn Aykol pênûsa Mûsa Anter e

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Azad Bariş nerazîbûn nîşanî girtiya Huseyîn Aykol da û got, "Aykol rojnamevanekî enternasyonalîst e ku pênûsa Mûsa Anter hildaye."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Azad Bariş, der barê girtina rojnamevan Huseyîn Aykol de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Aykol yek ji nûnerên herî girîng ên kevneşopiya çapemeniya azad e ku jiyana xwe fedayî nivîsandina rastiyan kiriye. Lewma girtina Aykol peyamek hem ji rojnamevanan re ye hem jî ji gelê Kurd re. Xwediyê vê peyamê bila ji bîr nekin ku Aykol rojnamevanekî enternasyonalîst e ku pênûsa Mûsa Anter hildaye û derdê gelê Kurd kiriye derdê xwe. Niha bi sedan rojnamevanên bi rûmet hene ku ji aliyê Aykol ve hatine perwerdekirin û pênûsa wî hildane. Ew rojnamevan wê têkoşîna çapemeniya azad bidomînin, rastiyan binivîsînin û bi biryardarî bibin dengê Kurdan û gelên bindest."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku Aykol tavilê bê berdan.