HDP: Penaberan qeza nekirin, hatin kuştin!

HDP'ê ji bo bûyera li Edîrneyê ku herî kêm deh penaberan jiyana xwe ji dest dan got, 'kuştin' e.

Berdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû der barê bûyera li Edîrneyê ku wesayitek penaber tê de bûn li dîwêr ket û deh penaberan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Drama mirovahiyê ya ku herî kêm deh penaberên dixwestin xwe bigihînin Yewnanîstanê jiyana xwe ji dest dan, qeza nîne, kuştin e. Encameke nêzîkatiya li Tirkiyeyê ya li koçber û penaberan e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumet li dijî rêxistinên qaçaxçitiya mirovan dikin tedbîran wernagire, lewma hikumet berpirsyarê kuştina penaberan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo qaçaxçitiya mirovan bi dawî bibe ku rê li ber mirina mirovan vedike, divê sazî û hikumetên navneteweyî li şûna ku bazariyên qirêj bikin divê ji krîzên ku rê li ber koçberiyê vedikin re çareseriyên mayinde bibînin."