Di xebatên îro yên HDP’ê de eleqeya zêde ya jinan bal kişand. HDP mal bi mal, derî bi derî, gund bi gund serdan dikin û destekê dixwazin.
QELQELÎ
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya qeyûm li şûna wê hate bicihkirin û aktivîstên TJA’yê di çarçoveya xebatan de li Qelqeliyê bi jinan re hatin ba hev û guh dan pirsgirêkên jinan.
Bagci li vir axivî û got: “Wê jin encamên hilbijartinê diyar bike. Ji bo vê divê helwesta jinan diyarker be.”
TUŞBA
Li navçeya Tuşba ya Wanê jî HDP bi konvoyekê tur geriyan. Her cihê ku HDP têre derbas dibû gel eleqeyek mezin nîşan dida. Konvoya HDP’ê ya ji avahiya HDP’ê yan navçeyê destpê kir, li taxên Akkopru, TOKÎ, Şemsîbey, Beyazuzum, Duzyol, Seyrantepe, Kalecîk, Abdurrahman Gazî, Îskele û Altintepe geriyan.
ÎPEKYOLÛ
Di çarçoveya xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê namzetên HDP’ê li navçeya Îpekyolû serdan saziyên rêxistinên civaka sivîl kirin. Hevseroka HDP’ê ya bajarê Wanê Yadîşen Karabûlak û namzet Asûman Yilmazer ên di çarçoveya serdanê de serdana Komeleya Alti Nokta Korler kir, guh dan pirsgirêkên astengdaran. Endamên komeleyên jî ji serdanê spasdariyên xwe pêşkêş kirin.
PEYÎZAVA
Parlemetera HDP’ê Bedîa Ozgukçe Ertan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundê Gundê Kerema yê navçeya Peyîzava ziyaret kir. Ertan ji welatiyên gund xwest ku xwedî li sindoqan derbikevin û li dijî hîleyan hişyra bin.