NÛ BÛ-Li Serhedê HDP bi gel re ber bi serketinê ve dimeşe

HDP li Wan, Qers, Agirî, Erdexan, Mûş, Erzirom û Îdirê ji bo xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê li derê her malê dixin.

Xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê yên li Serhedê wiha ye:

TUŞBA

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel û rêvebern HDP’ê yên navçeyaTuşbayê çûn serdana esnafên li sîteya pişesaziyê; li vir guh dan pirsên karker û kedkaran. Temel ê ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin diyar kir ku di encama polîtîkaya şaş a hikûmetê de karker û kedkar her roja diçe hejar dibe. Temel destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina vê 24’ê Hezîranê derfeteke.

ÎPEKYOLÛ

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak li gel namzetên HDP’ê Muazzez Orhan, Asûman Yimazer û Hevseroka DBP’ê Ayla Tarhan dîsa endamên Meclîsa HDP’ê ya Jinan, aktivîstên TJA’yê li ser Rêya Cûmhûryetê erebane lêdan û îlanên destan belavkirin.

Her wiha namzetê HDP’ê Mûrat Sarisaç hevşaredara Îpekyolûyê Edîbe Babûr û hevşaredara Îpekyolûyê Bêrîtan Tayan a qeyûm li şûna wê hate wezîfekarkirin li serdana Sûka Semtê Kevenlî TOKÎ yê kirin û guh dan daxwazên gel.

ERDÎŞ

Namzetên HDP’ê yên Wanê piştî ku li salona jinan a li Erdîşê hatin ba hev û şûnde çûn serdana nexweşên li nexweşxaneyê. Ozgokçe a serdana nexweşan kir û şifaya xêrê xwest. Ozgokçe bal kişand ser daxwaza hikûmetê ya ku ev 10 sal in li Erdîşê nexweşxane çênekirî, di hilbijartinê de soza çêkirina nexwexaneyekê ji bo Erdîşê bide çêkiirne.

BÊGIRÎ

Namzeta HDP’ê ya Wanê Asûma Yilmazer, hevserokê BDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa û rêveberên HDP’ê yên navçeyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, serdana esnafên navenda Bêgiriyê û malbatan kirin. Gel û esnafên eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan kirin, keyfxeşiya xwe ya ji bo serdana HDP’yiyan anî ziman û soza destekdayînê dan HDP’ê.

SARAY

Serdanên HDP’yiyên li taxa Arinç a 17 km dikeve rojhilatê navçeya Sarayê vegeriya civînên gel. Namzetên Parlementeriyê ya HDP’ê yên Wanê Mukaddes Karakoç, Parlementerê HDP’ê yê Geverê Adem Geverî, hevserokê navçeya Saray Bûrhan Fîdan, aktivîsta Dayikên Aştiyê Zekiye Kara, siyasetmedar Mûa Îtah tevlî xebatên hilbijartinê bûn. Piştî xwarina fitarê û şûnde heyeta HDP’ê serdana malên li Taxa Arinç kirin.

QERS

Li Qersê ya ku xebatên HDP’ê bê rawestan dom dike, namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê Ayhan Bîlgen, li navçeya Qaxizmanê bi gel re civiya. Namzetên parlementeriyê ya HDP’ê Arzû Moco jî xebatên hilbijartinê ji saetên sibê ve li navçeya Dîgorê destpê kir. Moco ya ku bi gel re civiya, xebatê xwe li Nexşan û Zixçeyê dom kir.

AGIRÎ

Namzetên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Bedran Ozturk, Abdullah Koç û Kezban Dûmlû di çavçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Dîyadînê bi gel re civiyan.

Welatiyan li pêşiya avahiya partiyê bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi serkevin’ hatin pêşwazîkirin. Piştî gerandina govendê ji namzetan Kezban Dûmlû axivî û got: “Ev hişmendiya ku dixwazin Kurdan tine bi hesibînin û teslîm bigire, em ê 24’ê Hezîranê re ji bo wan bişînin.”

Her wiha li vir Dîlan Dîrayeta Taşdemîr, dîsa Hevseroka KCD û namzeta parlementeriyê Bedran Ozturk jî axivîn û bal kişandin ser zorî û zilma dewleta Tirk û diyarkirin ku divê gelê Kurd 24’ê Hezîranê bersiva vê hişmendiya zalim bide.

ERDEXAN

Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş û Ozgturk Polat di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçyea Zûrzûnan serdana gel kirin. Namzetên ku saetên sibê serdana Sûka Lawiran kirin û şûnde serdana esnafên navenda navçeyê kirin. Li vir namzetan guh dan gilî û gazincên esnafên Zûrzûnan. Aktaş ê li vir axivî got: “Bi teqez em ê bi ser kevin.”

MÛŞ

Namzetên HDP’ê yên Mûşê Mensûr Işik û Gulîstan Kiliç Koçyîgît çûn serdana kargeha Şekir a Mûşê. Piştî serdanê heyeta HDP’ê çû serdana esnaf û saziyan.

ERZIROM

Yek ji navendên ku herî zêde xebatên hilbijartinê lê dom dike Erzirom e. Namzetên HDP’ê serdanên xwe yên bi gel re dom dike. Namzetên ku beriya niha serdana gelek deveran kirî, îro jî navçeyên Xoresan û Koprukoyê kirin. Namzetên bi konvoyeke mezin ketin navçeyan ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.

ÎDIR

Li Îdirê jî namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê Kiznaz Turkelî û Habîp Eksîk, bi komeke qelebalix a HDP’yiyan re xebatên hilbijartinê bi rê ve birin.

HDP’yiyên ku bûn du kom, esnafên sîteya Pişesazî ya Îdirê û rêxistinên civaka sivîl ziyaret kirin. HDP’yiyên ku ji her cihî ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin, bi gotûbêjên hatin kirin bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê.