HDP li gelek bajaran daket qadan

HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek cihan çalakî li dar xist.

HDP li Mêrdîn, Colemêrg, Stenbol û Amedê bi hilbijêran re civiya.

MÊRDÎN

Li Nisêbîna Mêrdînê endamên Tevgera Jinên Azad li Taxa Devrîmê li bazara taxê belavok li gel belav kir. Gel li bazarê eleqeyeke germ nîşan da û bi tililiyan piştgirî dan endamên TJA’yê.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li gundên Deştan, Gêman û Serespî yê Çelê xebat hatin kirin. Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Ozgur Zeydanoglû û heyeta pê re li gundên Çelê geriyan.

Di heman demê de heyeta HDP’ê çûn serdana gundên Alekanan, Mekan, Slivanan, Civyan, Gêrîpî û Sûsyan ê Geverê. Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Dr. Saît Dede û heyeta pê re li gundan bi gel re sohbet kirin.

AMED

Rêxistina Bismilê ya HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû taxên li herêma Barava. Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî di nav de heyeta HDP’ê li gundan çû serdana gel.

STENBOL

Namzetên parlementeriyê yên herêma 1’emîn a Stenbolê yên HDP’ê tevî jinên endamên komeleya KAYY-DER’ê civiyan. Namzetên HDP’ê yên Stenbolê Melekfer Borak Tûrgût, Durdane Bûlgan, Tulîn Aydin, Servet Gungordu, Aylîn Acaloglû, Meral Çakici û endamên KJA’yê tevlî civînê bûn. Namzetên jin qala proje û fikrên xwe kirin.

Piştî civînê jinan li Kadikoyê belavok belav kirin.