HDP li dijî dek û dolabên AKP'ê perwerdeyê dide

HDP li dijî fen û diziya AKP'ê perwerdeyê dide endamên Desteya Sindoqê.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê, endamên Desteya Sindoqê perwerde dike. Perwerdeya li ser hilbijartinê li her buroya hilbijartinê ya li taxan tê dayin. Di perwerdeyê de bi rêya slayt û belavokan qala gavên hiqûqî û pêvajoyên qanûnî tên kirin.

Endama Komîsyona Perwerdeya Hilbijartinê ya Bagcilar a HDP'ê Zekiye Îlbasan bi bîr xist ku di hilbijartinên bihurî de ji ber dek û dolabên AKP'ê gelek deng nehatine jimartin an jî dizîn û qala perwerdeya xwe kir.

JI BO PARASTINA SINDOQAN

Îlbasan destnîşan kir ku ji bo parastina sindoqan çi ji destê wan tê wê bikin û got, "Weke rêxistina Bagcilarê me li hemû buroyên xwe yên hilbijartinê dest bi perwerdekirina wezîfedarên li ber sindoqan kirin. Endamên me yên desteya sindoqê ji bo pêşî li fen û dizîtiyê bigirin, tên perwerdekirin."

Îlbasan anî ziman ku ew karê ku endamên desteyê bikin gav bi gav vedibêjin û wiha dewam kir: "Em zanin ku di vê hilbijartinê de jî wê weke hilbijartinên bihurî hin hîle bên kirin. Pêwîste endamên me yên desteya sindoqê haya xwe ji qanûnan li ser mijarê hebin û zanibin bê wê çi bikin. Bi rengekî rêk û pêk tên perwerdekirin."

BI TAYBETÎ CIWAN BALDAR IN

Zekiye Îlbasan ji endamên wan ên desteya sindoqê, wezîfedarên dildar ên ji 18 heta 30 salî bi giranî tevlî perwerdeyê dibin û got, "Di vê hilbijartinê de bi taybetî ciwanên me parastina sindoqan girîng dibînin û tên bi xwe dibin endam. Ev yek me kêfxweş dike. Endamên me yên desteya sindoqê pê zanin ku her dengekî diparêzin, pêşî li rijandina rondikên çavan û xwînê digire. Bi vê bîr û baweriyê dixebitin. Ji ber meha Remezanê em dema xwe ya perwerdeyê li gorî hevalên xwe yên dixebitin û bi rojî ne, eyar dikin. Dema me yaperwerdeyê jî piştî fitarê saet 21:30'î û dawiya hefteyê jî navbera saet 13:00-16:00, 16:00-19:00 û 21:00-22:00 e."