HDP: Ji kedkaran distînin û didin şer

Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê qala zamên di sala nû de kir û diyar kir ku budçe ji bo qesrê û şer hatiye amadekirin.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan derbarê zamên li ser av, elektrîk, gaza xwezayî û xurekan li avahiya HDP’ê ya li Stenbolê daxuyanî da.

Paylan di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Elektrîk di 1’ê Çileya 2021’an de ji sedî 6, gaza xwezayî ji sedî 1, pirên li Stenbolê ji sedî 27, otobana di navbera Stenbol û Îzmîrê ji sedî 26 zêde bû. Derbasbûna ji otobanê ji 292 lîrayan bû 367 lîra.

Bi van zaman re êdî gel nikare ji ser piran û otobanan derbas bibe. Jixwe muteahîtên nêzî pergalê van otoban û piran didin xebitandin. Di heman demê de xercên ji bo ehliyeta ajotinê, rûhsat, noter, tapû jî ji sedî 9.11 zêde bûye.

Tê diyarkirin ku enflasyon ji sedî 14 zêde bûye lê werin em vî tiştî li kolanan ji gel bipirsin. Di saleke dawîn de ji sedî zam hatiye. Dixwazin enflasyonê hindik nîşan bidin da ku meaşekî hindik bidin karkeran. Di vir de şêlandineke mezin heye.”

Paylan li ser 75 mîlyon TL a ji ber Mîllî Pîyangoyê jî maye got ku “Wisa xuya dike ew ê ev 75 milyon lîra ji bo Kanal Stenbolê were bikaranîn. Em HDP jî piştgiriyê didin kampanyaya li ser medyaya dîjîtal û dixwazin ku ev pere ji bo nexweşên SMA were bikaranîn.”