HDP: Ji Kaypakkaya heta 4’an em têkoşeran bi bîr tînin

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şoreşgerên şehîd ên di meha Gulanê de bi bîr anî û got ku “Ji Kaypakkaya heta 4’an me têkoşer jî bîr nekirine.”

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Bi felsefeya xwe ya jiyanê û meşa wan a di rêya azadiyê de ya gelek şoreşgerên di meha Gulanê de şehîd bûne, di dîroka gelan de cih girtine.

Îbrahîm Kaypakkaya beriya niha 46 sal berê di êşkenceyê de hate qetilkirin. Kaypakkaya  bîr û baweriyeke xurt a têkoşînê ji me re hişt û di temenekî ciwan de jiyana xwe feda kir.

Di heman demê de li dijî derbeya 12’ê Îlonê ya 1980’an de Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner jî bedena xwe şewitandin û diyar kirin ku ew li hemberî êrîşên faşîst wê stûyê xwe xwar nekin.

Ji wan rojan heta îro, hemû têkoşeran mîrate û berpirsyariyeke mezin li pey xwe hiştin. Em şoreşgerên şehîd ên di meha Gulanê de bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya avakirina xeyalên wan dubare dikin.”