HDP: Ji bo hesap bipirsin em têkoşîna hevpar xurt bikin
HDP'ê diyar kir ku Komkujiya Sêwasî mîna Komkujiya Roboskî nabe ku ji polîtîkayên dewletê cihê bê dîtin û destnîşan kir ku ji bo hesap pirsînê bal kişand ser têkoşîna hevpar.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em komkujiya li dijî mirovahiyê ya beriya 22 salan li Sêwasê 35 kes hatin şewitandin ji bîr nakin. Ya wê rojê qewimî, bi tenê yek ji êşên gel, çand û baweriyên cuda yên li xakên Anatolî û Mezopotamya ye. Dêrsim, Koçbirî, Meletî, Roboskî, Mereş, Çorûm û Gazî encamên heman zîhniyetê ne."
'KOMKUJÎ JI DEWLETÊ CIHÊ NÎNE'
HDP'ê diyar kir ku Komkujiya Sêwasê mîna Komkujiya Roboskî ji dewletê, ji nêrîna dewletê ya li civata Elewî û gelê Kurd, ji polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê, ji feraseta 'tekparêziyê' cuda nîne û got, "Em dizanin ku eger li van komkujî û ferasetê re rû li hev neyê kirin, sedan sal jî di ser re derbas bibin wê ev birînên vebûne neyên pêçandin...Em careke din bang dikin ku dosyayên li ser komkujiyê ji nû ve bên vekirin, hesap bê pirsîn û ji bo bicihanîna edaletê, hewldanên samîmî werin kirin."
'EM ENERJÎ Û VÎNA XWE BIKIN YEK'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêya rû li hev hatinê û pirsîna hesap, bi mezinkirina têkoşîna bi bernameyeke azadî û demokrasiyê ya hevpar dibe û hat gotin, "Ya ku îro û sibe divê werin kirin ew e ku bawerî, çand, nasname û gelên cuda yên li Tirkiyeyê hêz, enerjî û vîna xwe bikin yek, têkoşîna demokrasî, wekhevî û edaletê xurt bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de Komkujiya Sêwasê careke din hat lanetkirin.