'HDP ji bendê derbas bibe, wê AKP-MHP ji desthilatdariyê bikeve'

KONGRA GEL işaret bi girîngiya derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê kir û got, "Eger HDP ji bendê derbas bibe, AKP-MHP wê ji desthilatdariyê bikeve. Bajarên Kurdan wê bi xurtî bersivê bidin faşîzmê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, "Ji bo gelên me ji desthilatdariya AKP-MHP a faşîst rizgar bibin, ev hilbijartin firsendek e. Firsenda wê yekê ye ku hesab ji Tayyîp Erdogan ê dest bi xwîn û hvkarên wî bê pirsîn."

'DERBASBÛNA JI BENDÊ PIR PIR GIRÎNG E'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê pir pir girîng e û hate gotin, "Ji bo pêşî li faşîzma AKP-MHP'ê were girtin, ji bo bêhn bê ber gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên civakî û krîzên aboriyê, ji bo zemîna nîqaşeke azad bê afirandin, pir pir girîng e ku HDP ji bendê derbas bibe. Derbasbûna HDP'ê ji bendê tê wateya hilweşîna benda dîktatoriyê ya li Tirkiyeyê, tê wateya hilweşîna desthilatdariya faşîst."

'BAJARÊN KURDAN WÊ BERSIVEKE XURT BIDIN AKP-MHP'Ê

KONGRA GEL diyar kir, eger AKP ji Kurdistanê ti wekîlan dernexîne, ya jî gelekî kêm derxîne, ev yek wê ji bo nirxê siyasî gelekî girîng be û wiha dewam kir: "Li hemberî komkujiyên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê anî serê Kurdan, dijminatiya ku ji bo tinekirina hebûn û nasnameya Kurdan kir û li dijî her şêwe nebaşiyên anî serê Kurdan, wê gelê Kurd bi rengekî xurt û bi bandor bersviê bide faşîzma AKP-MHP'ê.

Ji ber vê yekê, gelekî girîng û watedar e ku AKP di vê hilbijartinê de nikaribe ji bajarên Kurdan wekîlan derxîne. Weke gelekî ku cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê ma, cenazeyê keça xwe Cemîle bi rojan li sarincê hişt, êşa şewitandina mirovên xwe bi saxî li jêrzemînan kişand û êşa Efrînê dijî, wê AKP'ê li Kurdistanê di sindoqan de bifetisîne. Ev yek deynê her Kurdekî bi wijdan ê xwedî namûsa civakî û neteweyî ye.

Ji bo hesab ji AKP û Erdogan bê prisîn, ev hilbijartin ji bo her Kurdeke/î bi rûmet firsendeke dîrokî ye. Namzetiya ji AKP'ê, dengdayina ji bo AKP'ê sûc û şermeke gelekî mezin e li dijî Kurdan. Dengdayina ji bo AKP'ê li aliyekî, ji bo her Kurdeke/î bi rûmet şerm e ku nêzî AKP'ê bê dîtin. Yên ku vê rezîltiyê bikin, hevpar û nokerên AKP'ê ne. Gelê Kurd wê van mirovên rezîl ti carî ji bîr neke."

'EM DIKARIN'

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi bîr xist ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de AKP li bajarên Colemêrg, Îdir, Agirî, Şirnex û Dersimê ji binî ve ji holê hate rakirin û got, "Hejmara bajarên bi vî rengî pêwîste di vê hilbijartinê de zêdetir be. Li bajarên me Wan, Amed, Bedlîs, Mûş û Sêrtê jî divê AKP tine bibe. Em dikarin vê bikin."

'DIVÊ JI YÊN NE HDP'YÎ JÎ DENG BÊ XWESTIN'

KONGRA GEL destnîşan kir ku divê ji bo serketina HDP'ê her kes bi rengekî seferberiyê bixebitin û got, "Dengdayin tenê têrê nake. Divê em karibin li her cihî xwe bigihînin mirovan û wan qanih bikin. Ne tenê dengdêrên HDP'yî, divê em xwe bigihînin her kesî. Ji ber ku derbasbûna HDP'ê ji bendê tê wateya derbasbûna hemû demokrasîxwazan ji bendê. Lewma divê em ji dengdêrên ne HDP'yî jî daxwaza dengan bikin."

EWLEKARIYA SINDOQAN

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi girîngiya ewlekariya sindoqan hate kirin û hate gotin, "Rejîma Rewşa Awarte ya deshtilatdariya faşîst, wê hewl bide bi zext û çavtirsandinê nehêle gel biçe ser sindoqan û bixwaze dek û dolaban bigerîne." KONGRA GEL destnîşan kir ku divê bi rengekî girseyî xwedî li sindoqan derkevin û serî li ber zext û gefan neyê tewandin."

BANGA LI DENGDÊRÊN LI DERVEYÎ WELAT

KONGRA GEL ji bo dengdêrên li derveyî welat jî ku dest bi dayina dengan kiriye got, "Dengên li derveyî welat bandoreke mezin li çarenûsa hilbijartinê dike. Hem ji bo derbasbûna ji bendê, hem jî ji bo derxistina hejmareke zêde parlamenteran ji gelek bajaran gelekî bi bandor in. Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî yên li welatên Ewropayê pêwîste di vê hilbijartinê de teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Hemû mirovên me yên li derveyî welat, ji bo têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê divê bi ruhê seferberiyê bixebitin. Divê kesek nemîne ku neçûne ser sindoqan. Pêwîste neyê jibîrkirin ku her dengê nehatiye dayin tê wateya desteka ji bo Erdogan.

Em bang li gelên xwe yên li welatên Ewropayê, Awûstralya, Kanada, Amerîka, Federasyona Rûsya, Japonya û welatên din dikin: Dem ew dem e ku li ser sindoqê em hesab ji faşîzma AKP-MHP'ê bipirsin. Dema hesabpirsîna ji zilm û komkujiyan e. Dema têkbirina faşîzmê ye. Ji bo vê em bi ruhê seferberiyê bixebitin û teqez bi ser bikevin."