HDP: Grevên birçîbûnê di asta krîtîk de ye!

HDP’ê diyar kir ku grevên birçîbûnê di asta krîtîk de ye û bang li raya giştî û rayedaran kir.

Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê îro li ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, "Wekî ku tê zanîn, zext û bêhiqûqiyên li girtîgehan ligel binpêkirinên mafan hatiye asta ku mirov nikare qebûl bike. Ji bo îtîrazkirina vê rewşê û şertên girtîgehan bide nîşandan, di serî de li Girtîgeha Şakranê li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatine dest pê kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku beşeke zêde ya grevên birçîbûnê hatiye sînorê roja 50’emîn û hate gotin ku, “Ev rewş tê wateya windahiya can û nerihetiyên mayînde yên tendirustiyê. Em wekî partî ji serî heta niha, em ketin hewldanên du alî.”

BANGEWAZÎ JI BO ÇARESERÎ Û DIYALOGÊ 

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ya yekemîn ji bo ku raya giştî û saziyên civakî xwedîtiyê li vê îtîrazkirinê bikin û çalakiyên ji bo bihistyariyeke zêde û berfirehbûnê. Ya duyemîn jî di warê Wezaret û rayedarên girtîgehê de, sekinandina binpêkirina mafan û sererastkirina şert û mercan.

Greva birçîbûnê ya ku Hevserokê me û parlementerên me ji bo piştgiriyê dabûn dest pê kirin, di raya giştî de agahdariyek çêkiriye. Parlementera me ya Seroka Meclîsê Pervîn Bûldan û Amîrê Îdareyê Sirri Sureyya Onder bi Wezîrê Edaletê re ji bo 3’ê Nîsanê 2017’an roja sêşemê randevûyek diyar kiribûn.

Vê randevûya ku ligel parlementerên me hatibû diyar kirin, ji aliyê Wezareta Edaletê taloqî roja înê hatiye kirin. Heke taloqkirineke din pêk neyê, wê roja înê ev hevdîtin pêk bê. Em wekî partî di serî de rayedarên dewlet û hikumetê, gazî her kesî dikin ku di çarçoveya mafên mirovan ên gerdûnî û rêgezên giştî yên hiqûqî de ji bo çareserkirina vê meseleyê tevkariyê bikin.

Mafên bingehîn ên mirovan bi hinceta ‘Rewşa Awarte’ nayên binpêkirin. Em spasiyên xwe di serî de li rêxistinên mafên mirovan pêşkêşî hemû raya demokratîk dikin ên ku di vê meseleyê de piştgiriyê didin û bihistyar tevdigerin.

‘DIVÊ HER KES ÎNSIYATÎFÊ BISTÎNE’

Em wekî HDP em dixwazin were zanîn ku di her qadên jiyanê de ew ê bala me li ser binpêkirinên mafan be. Di vê qonaxê de ya ku di warê jiyana mirovan de rewş hatiye asteke krîtîk, ji bo çareserkirina meseleyê em gazî her kesî dikin ku bila înîsîyatîfê bistînin.”