HDP: Endamê me Kamîl Acar ê ku hatiye revandin niha jî winda ye!

HDP’ê got ku, “Em dixwazin têkildarî aqûbeta endamê me Kamîl Acar agahdar bibin.”

HDP’ê diyar kir ku endamê wan Kamîl Acar ê ku duh ji aliyê polîsan ve hatibû destgîrkirin, aqûbeta wî ne diyar e.

Daxuyaniya nivîskî ya HDP’ê wisa ye:

“Endamê me û rêveberê me yê berê yê partiyê Kamîl Acar duh êvarî dema ji Rihayê dihat Amedê, li gorî şahidên bûyerê ji aliyê polîsan ve di wesayîta xwe de hatiye destgîrkirin. Ji duh ve em agahiyan ji Acar nastînin û wesayîta wî 2 kîlometreyan nêzî Qereqola Pîrînçlîkê hatiye dîtin. Dozger û hêzên ewlehiyê yên ku hatine cihê bûyerê, bi hesasiyet nêzî bûyerê nebûne û bi tenê du leşkeran zabitname dagirtine. Em bang li rayedaran dikin ku bila rewşa Kamîl Acar zelal bikin. Em ji rayedaran dixwazin ku têkildarî Acar agahiyan bidin û aqûbeta wî eşkere bikin.”