HDP: Em komkujiya li Brukselê lenet dikin

HDP'ê komkujiya li Brukselê lenet kir û hikûmetê destekê didin DAIŞ'ê weke berpirsyar nîşan da. Hevserokan gotin, "Divê em li hemberî DAIŞ û rêxistinên mîna wê, hîn bêhtir piştgiriya hev bikin."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li ser êrîşên danê vê sibehê yên li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Em, êrîşên terorê yên dijminê mirovahiyê yên li Brukselê hatin kirin, bi tundî şermezar û lenet dikin" û hat ragihandin, ku ew êşa gelên Belçîka û Ewropayê ji dil parve dikin. 

'HIKÛMETÊN DESTEKÊ DIDIN, BERPIRSYAR IN'

Di daxuyaniya Demîrtşa û Yuksekdag de hat gotin, "Li hemberî DAIŞ û rêxistinên mîna wê, ku ji Beyrûdê heta Reyhanli, ji Pirsûsê heta Parîsê, ji Bexdayê heta Kobanê, ji Tûnisê heta Enqere û Stenbolê li erdnîgariyeke berfireh sûcê li dijî mirovahiyê dikin, eşkere ye ku divê hem hîn bêhtir piştgiriya hev bikin. Eger ev rêxistin dikarin ewçend bi hêsanî êrîş bikin, di vir de berpirsyariya hikûmetên destekê didin wan heye.

Em ji malbat û xizmên mirovên di van êrîşên li dijî mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û hêvîdar in ku wê birîndar di demeke herî nêz de rehet bibin. Em careke din ji civakên bûne qurbanê van êrîşan re sersaxiyê dixwazin."