HDK: Em ji dizî û talanê re bêjin NA û dakevin qadan
HDK-Ewropayê bang kir ku ji 10'ê Kanûnê û pê ve bi dirûşma "NA ji dizî û talanê re" dakevin qadan.
HDK-Ewropayê bang kir ku ji 10'ê Kanûnê û pê ve bi dirûşma "NA ji dizî û talanê re" dakevin qadan.
Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Qesra ku navenda dizî û zilmê ye, dorteng dibe. Zexta li ser Qesrê giran û kûr dibe. Bûyerên ku di nava çend mehên dawî de qewimîn nîşan dan bê ev sîstem çiqasî riziya ye. Li Elmanya, Amerîka û Misrê sîxurên dîktatoriya Erdogan/AKP'ê hatin girtin. Bertîl û têkiliyên qirêj ên Serokwezîr Bînalî Yildirim û malbata wî bi belgeyên Paradîse kifş bûn.
Wezîrên ku li Bakurê Qibrisê tên parastin, belgeyên girava Man ku tora berjewendiyên qirêj a ku ji wezîran digihêje heta dîktator û malbata wî, doza Zarrab an jî bi navê xwe yê nû doza Atîlla ku êdî ji rê derketiye û bi lez û bez ber bi Qesrê ve tê, tenê beşek ji van têkiliyên qirêj ên derketine holê ne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîma dîktator, bi êrîşkariya faşîst û mezinkirina siyaseta şer re, bi krîmînalîzekirina mûxalefeta civakî û bi şêlandina gel re hewl dide hebûna xwe biparêze û li ser lingan bimîne.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser amadekariyên ji bo êrîş û dagirkirina Efrînê ku di civîna dawî ya MGK'ê de careke din hat zimên û hat ragihandin ku bi vê yekê re rejîm dixwaze ser têkiliyên xwe yên qirêj bigire.
HDK-E diyar kir ku siyaseta rejîmê ya dijminatiya li Kurdan û berjewendiyên xweser ên Qesrê û dîktator li hev tên û destnîşan kir ku ji bo pirsîna hesabê van hemûyan, li dijî Rewşa Awarte, zilma biryarnameyan, dizî, talan, xizanî û şer ew bi hêrseke mezin dadikevin qadan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û pê ve wê bi dirûşma "Na ji dizî û talanê re" dakevin qadan û bang li her kesî hate kirin ku tevlî van xwepêşandan, meş û mîtîngan bibin. Ji bo çalakiyên girseyî û navendî yên 16 û 17'ê Kanûnê jî banga tevlîbûnê li hemû hêzên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyê û hêzên antî faşîst hate kirin.