HDP: Li dijî tecrîdê bila her kes tevlî mîtîngê bibe!

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, bang kir ku her kes tevlî mîtînga wê 3’ê Sibatê roja Yekşemê li qada Bakirkoy a Stenbolê pêk bê bibe.

Rêxistana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo piştevaniya çalakgerên greva biçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven ketine greva biçîbûnê, 3’ê Sibatê li Qada Bakirkoy a Stenbolê mîtîngekê lidar dixe. HDP’ê bang li her kesî ku tevlî mîtîngê bibin û dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin.

Parlamentêrên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya, Musa Piroglu, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya, Erol Katırcıoglu, Ahmet Şik, Zeynel Ozen, berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, hevserokên HDP’ê yên bajarê Stenbolê Cengiz Çiçek, Esengul Demir û gelek rêveberê bajêr tevlî civîna ku li avahiya HDP’ê ya li Stenbolê bûn.

Di civînê de parlamenter û berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç axivî, bal kişand li ser çalakiyên grevên birçîbûnê û got, “Çalkiyên gerva biçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatî destpêkririn vîna gelê Kurd a berxwedan û xwedîlêderketina nirxên xwe nîşan didin. Tecrîda ji Nîsana 2015’an heta niha li Îmraliyê li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, şerm û sûcê mirovahiyê ye. Berdewamkirina vê tecrîdê tê wateya berdewamkirin şer a li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasî û azadîxwaz. Ji bo wê divê demildest desthilatî guh bide daxwazên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê dawî li vê tecrîdê bîne, dev ji vê polîtîkaya xwe ya şerxwaz berde.”

Oluç di berdewama axaftina xwe de got ku ne tenê desthilatdarî, yên li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêdeng bimînin jî berpirsyar in. Di cîvînê de parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Remziye Tosun jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana zindanan û bang kirin ku demildest tecrîd bê rakirin, dengê çalakvanan bê bihîstin.

Herî dawî hate ragihandin ku 3’ê Sibatê ji bo şkandina tecrîdê û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê wê li Qada Bakirkoyê mîtîng bê lidarxistin û bang hat kirin ku her kes tevlî bibe, li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û piştgirî bide çalakvanan.