HDP'ê xwest binçavkiriyên 1'ê Gulanê werin berdan
Rêveberiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê xwest, welatiyên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin serbest werin berdan.
Rêveberiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê xwest, welatiyên di 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin serbest werin berdan.
Di daxuyaniya Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê de aht gotin, "Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên dijminatiya li kedê, di 1'ê Gulanê de bi êrîşên li hemberî karker û kedkaran careke din derketine holê. Yên ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê û şermezarkirina qedexeya Meydana Taksîmê li karkeran daketin kolanan li êrîşeke dijwar rast ahtin, bi sedan mirov hatin binçavkirin, li yên hatine binçavkirin îşkence hatiye kirin. Di nava van binçavkiriyan de namzetê parlamenteriyê yê herêma 2. rêza 5. a Stenbolê yê partiya me Salîh Şahîn jî heye. Şahîn piştî şîdeta polîsan a lê hat kirin, serbest hat berdan."
HDP'ê da xuyakirin ku nabe Meydana Tasîmê li karkeran bê qedexekirin û got, "Em dixwazin hemû hevalên me yên di 1'ê Gulanê de hatine binçavkirin, tavilê serbest werin berdan."