HDP’ê ‘Teklîfa Qanûna Lêborîn Xwestinê’ da meclîsê

HDP’ê ‘Teklîfa Qanûna Lêborîn Xwestinê’ da meclîsê

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel piştî nîqaşên demên dawî yên “lêborîn xwestinê” hatin rojevê “Teklîfa Qanûna Lêborîn Xwestinê” da meclîsê. Tuncel destnîşan kir ku wekî Qetlîama Dêrsimê li Tirkiyeyê gelek sûc li pêşiya aştiya civakî asteng in û teklîfa qanûnê ji bo pêkanîna aştiyê weke qanûneke çarçoveyê ye.

Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel piştî nîqaşên hikûmeta AKP û parlamenterên CHP’ê yên “lêborîn xwestinê” têkîldarî Qetlîama Dêrsimê “Teklîfa Qanûna Lêborîn Xwestinê” da Serokatiya Meclîsê. Di sedema teklîfa qanûnê de Tuncel cih da gotinên fîlozofê Holandayî Benedictus Spînoza yên “Aştî rewşa nebûna şer nîn e. Aştî keramet e, meyla ber bi başî, bawerî û edaletê helwesteke ferasetê ye” û ev îfade anî ziman: “Ji bo texrîbatên netewe dewletê derxistiye ji holê bê rakirin pêwîstî bi exlaq, keramet û teyahula aştiyê heye.” Tuncel destnîşan kir ku ji bo aştiya dewlet-civak, civak-civak, dewlet-xweza, xweza-civak pêk bê nebûna çarçoveya qanûnî kêmasiyeke hiqûqî ye û teklîfa ku daya ji bo aştiya civakî pêk bê qanûna çarçoveyê ye.

Tuncel bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna aştiya civakî weke qetlîamên civakî gelek sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatine, hene. Tuncel sedemên teklîfa qanûnê wiha anî ziman:

* Bi taybetî li Tirkiyeyê ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û bewariya xwe bi awayekî sîstematîk di bin pêkutiyan de ne, dema mirov vê yekê bigire li ber çavan bi awayekî fermî lêborîn xwestina dewletê wê ji bo hevrûbûnê bibe gaveke girîng.

* Li dijî sûcên mirovahiyê yên pêk hatine bi salan e muxalefeta civakî ji bo dewlet bi vê yekê re rûbirû were têkoşînê dimeşîne. Di dewlete ku bi paşeroja xwe re rûbirû neyê weke kuştina Hrant Dînk cînayetên li dijî beşekî civakî dikariin bidomin. Ji ber vê yekê lêborîn tê wateya “ti caran qet”.

* Dema mînakên cihanê dinêrin tê dîtin ku rûbirûbûna bi paşerojê re serokomar an jî serokwezîr ên dewletê temsîl dikin bi pêşnûmeyeke dayîna meclîsê ve yan jî bi qanûneke ev prosedura lêborînê pêk tê.

* Ji bilî lêborîn xwestina ya ku tenê parçeyekî biçûk a “rûbirûbûna paşerojê” ye, hikûmet divê îradeyeke siyasî nîşan bide bi awayekî demdirêj, zanistî heta pêwîst bike bi piştgiriya heyetên navneteweyî jî vê pêk bîne.

* Teklîfa me ya qanûnê li Tirkiyeyê xurtkirina têkîliyen dewlet-civakê armanc dike. Dîsa heke ev teklîf bibe qanûn wê çawa pêk jî îfade dike.

* Teklîfa me ya qanûnê; li Tirkiyeyê bi rêya li gorî rewşan îlankirina şîna neteweyî, xurtikirina têkîliyên dewlet û civakê zêdetir dike û di heman demê de di nava neteweyê de jî yekîtiya nasnameyên cuda jî xurtir dike.

Di madeyên teklîfa ku hatiye dayîn de ji bilî lêborîn xwestinê, tê xwestin ku bi vê re dayîna tazmînatê û îadekirina îtîbaran pêk bê.