HDP'ê sersaxî ji gelê Yewnanîstanê xwest
HDP'ê ji ber mirina bi dehan kesan, peyameke sersaxiyê ji bo Yewnanîstanê weşand.
HDP'ê ji ber mirina bi dehan kesan, peyameke sersaxiyê ji bo Yewnanîstanê weşand.
Peyam bi navê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras re hate şandin.
Peyama hevserokan wiha ye:
"Bi êşeke mezin me bihîst ku ji ber şewata daristanan a li heêma Attîka Rojhilat a Yewnanîstanê zêdeyî 50 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Em sersaxiyê ji gel û hikumeta Yewnanîstanê re dixwazin. Ji birîndaran re jî em şîfa xêrê dixwazin.
Ji bo malbatên ku şewatê bandor li wan kirine, em dua dikin.
Em bi we re ne."