HDP’ê Serokkomarê KKTC Akinci ziyaret kir

HDP’ê Serokkomarê KKTC Mustafa Akinci yê bi piştgiriya ji sedî 60 a gelê bakurê Qibrisê hat hilbijartin ziyaret û pîroz kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Riha Îbrahîm Bînîcî û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Tûzla ya Stenbolê Bahar Akkuş Serokkomarê KKTC Mustafa Akinci yê bi piştgiriya ji sedî 60 a gelê bakurê Qibrisê 26’ê Nîsanê hat hilbijartin ziyaret û pîroz kirin.

Di hevdîtina ku nêzî 45 deqeyan dewam kir, Akinci heyet bi keyfxweşî pêşwazî kir. Di hevdîtînê de pirsgirên li Qibris û Tirkiyeyê ku hatin destgirtin, Serokkomar Akinci heyeta HDP’ê spas kir û keyfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman. Akinci daxwazen xwe yên aştiyê yên ji bo Tirkiye û Qibrisê anî ziman, di hilbijartinan de serketin ji HDP’ê re xwest.

Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Bînîcî yê der barê hevdîtinê de agahî da, got ku pêşwazîkirineke germ bû û hevdîtineke bi baş pêk anîne. Bînîcî got, "Em heta derî oxirkirin. Me ew pîroz kir. Li ser navê partiya xwe me serketin jêre xwest.” Bînîcî diyar kir ku di pirsgirêkên bingehîn de mutabiq bûn. Bînîcî anî ziman ku Serokkomar Akinci nerehetiya xwe ya ji ber nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember Qibrisê bi gotina, "Qibris ne wilayeta 82. a Tirkiyeyê ye, em dixwazin bibin weke du birayan” diyar kiriye. Bînîcî der barê pirsgirêka Qibrisê de jî da xuyakirin ku Akinci gotiye: "Em dixwazin li vir veqetîna sûnî ji holê rakin. Beyî ferq û cudatiya gelê Başûr an jî gelê Bakur divê biryara xwe bi xwe bide.”

Heyeta HDP’ê heta roja Duşemê wê li Qibrisê hin civînên gel û şahî jî di nav de bernameya xwe bidomîne.